Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên Pîşeya Ragihandinê yên Tirkiyê nerazîbûn li dijî yasaya desthilatê ya derbarê medya civakî de nîşan dan ku biryar e van rojan di Parlamentoya wî welatî de dengdan li ser wê yasayê bê kirin û bê pesend kirin.
Li Tirkiyê nîqaşên li ser “projeyasaya sosyal medyayê” ku ji aliyê partiyên AK Partî û MHPê ve hatiye amadekirin berdewam dikin. Di projeyasayê de eger malperên medyayê û nûçeyan şert û mercên ku di yasayê de hatine pêk neynin cezayê hepsê, cezayê reklam û pereyê tê xwestin.
Di demekê de ku piştî 3 meh ji bêhnvedanê Parlamentoya Tirkiyê 1ê Cotemaha 2021ê dest bi kar kir û projeyasaya sosyal medyayê yek ji wan yasayên sereke ye, ku li Parlamentoyê dengdan li ser bê kirin, berpirsên sazî û komaleyên ragihandinê yên Tirkiyê di civînê de daxwaz kirin ku ew projeyasa bê paşdekişandin û dengdan li ser neyê kirin.
Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê (TGC), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS), Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyê û çend saziyên din ên ragihandinê û sendîkayan îro 3ê Cotmeha 2022ê li Stenbolê derbarê wê projeyasayê de civîneke çapemeniyê saz kirin.
Sekretera Giştî ya Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê Sibel Guneş di civîna çapemeniyê de gotarek pêşkêş kir û derbarê helwêsta desthilatê ya li beramber rojnamevanan û saziyên ragihandinê de karvedan nîşan da.
Guneş amaje bi wê yekê da ku desthilatê ji dema dest bi kar kiriye û heta niha hewil dide sansurê li Tirkiyê bike beşeke jiyanê û got: “Weke hedefa sereke jî rojnamevan, weşanger û nivîskar hatine hilbijartin. Rojnamevanên ku li gor daxwaza desthilatê nûçeyan nanivîsin, rûbirûyî êrîşên fîzîkî û devkî dibin û bi vê jî hewil didin wan di jêr guvaşê de bihêlin û êrîşkar jî bi bê cezayiyê tên xelatkirin.”
Sîbel Guneş eşekere kir ku niha 38 rojnamevan li Tirkiyê girtî ne û 12 hezar rojnamevan jî tên darizandin û got: “Di dema desthilatê de hejmara rojnamevanên girtî gihiştiye hezar kesan. Lê tevî vê yekê rojnamevan û nivîskaran bi şanazî pîşeya xwe kirine.”
Sekretera Giştî ya Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê balkişand ser girîngiya yasaya sansurê ya li ser rojnamevanan û got:”Yasaya Sansurê nivîskaran gelek ji nêzîk ve eleqedar dike. Lê beriya hilbijartinê, ji bo siberoja welat û ji nû ve avakirina demokrasiyê gelek girîng e.
Sîbel Guneş derbarê pesendkirina wê yasayê li Parlamentoya Tirkiyê de jî hişyarî da û got: “Eger ev yasaya sansurê ku hewil dide medya civakî kontrol bike ji parlamentoyê derbas bibe, dê çalakiyên rojnamevaniyê bi temamî bên qedexekirin. Ev desthilata ku nûçeyê weke tawan dibîne, dê lênûsên rojnamevanan, makîneyên wênegertinê û tomarkirina deng û kamereyan wele delîla tawanê bibînin.”
Desthilat dibêje ku ew armanc dikin bi vê yasayê li ser medyayê înternet û sosyal medyayê hin guhertin û sererastkirinan pêk bînin û pêşî li nûçeyên derew û dezenformasyonê bigrin. Lê opozîsyona Tirkiyê û dezgehên rojnamegeriyê destnîşan dikin ku ev yasa bi xwe re sansur û otosansurê tine û rê li ber karê rojnamevanan û ragihandinê digire.
Li gor Endeksa Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Tirkiye îsal di nav 180 welatan de di rêza 149emîn de ye û ev tê wateya ku Tirkiye hê jî di kategoriya xirab de ye.
Herwiha di raportê de tê gotin ku di 2021ê de ji ber çalakiyên girseyî yên dijî tûndûtîjiya dijî rojnamevanan, destkeftên di lêgerîna mafan de, biryarên erênî ku hinek dadgehan ji ber gûşarên zêde dabûn û kêmbûna girtina rojnamevanan Tirkiye hatiye rêza 149an.
Li gor amarên Komeleya Rojnamevanan a Tirkiyê di sala 2021ê de li Tirkiyê 241 rojnamevan hatine darizandin, 73 rojnamevan hatine desteserkirin, rojnamevanek ku karê weşana radyoyê dikir hatiye kuştin û 115 rojnamevan rûbirûyê êrişên fîzîkî bûne.
Li Tirkiye 65 rojnamevan girtî ne û bi vî awayî li cîhanê piştî Çînê welatê ku herî zêde rojnamevan lê di zindanê de ne Tirkiye ye.



