Hewlêr (Rûdaw) - Iraq hewl dide di meydana hêzên herêmî û navneteweyî de bibe pirek ji bo nêzîkkirina her du dijminên diyar yên navçeyê. Erebistana Siûdî û Îranê heta niha 5 caran bi navbeynkariya Iraqê li ser asta ewlekarî û îstîxbaratî civiya ne lê hewl tê dayîn ku di asta wezîrtiyê de hevdîtin werin kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja Şemiyê ji Rûdawê re ragihandibû ku gera bê ya danûstandinên Riyad û Tehranê li ser asta wezîrên derve dê li Bexdayê birêve biçe. Ev civîn dê yekemîn civîna dualî ya di navbera wezîrên derve yên her du dijminên diyar ên navçeyê de be piştî qutbûna peywendiyên wan yên dîplomatîk di sala 2016an de.
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan roja Înê ji medya welatê xwe re anî ziman, “Hefteya derbasbûyî me peyamek ji wezîrê derve yê Iraqê wergirt ku aliyên Siûdî amade ye danûstandinan ji asta ewlekarî veguhêze asta siyasî û giştî. Me jî amadebûna xwe ji bo berdewamkirina danûstandinan li ser asta siyasî ragihand da ku têkiliyên Îran û Siûdiyê vegerînin asta xwe ya asayî.”
Wezîrê Derve yê Siûdiyê 16ê vê mehê di dawiya lûtkeya Cedde ya ji bo ewlehî û pêşxistinê de danûstandinên welatê xwe û Îranê erênî bi nav kir lê veneşart ku heta niha negihîştine encamên ku hêvî dikirin, li gorî wî ew jî ji ber çalakiyên Îranê li navçeyê ye.
Ev yek di demekê de ye ku Erebistana Siûdî û Îran li ser hejimarek pirsên herêmî yên wek Yemen, Sûriye, Lubnan û Behreynê nakokî hene.

