Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Appleyê modelên nû yên iPhoneyê dan nasîn.
Appleyê tevî iPhone 18 Pro û iPhone 18 Pro Maxê, iPhone Duoya ku tê qatkirin jî pêşkêş kir.
Di nav van hemû berheman de ya ku herî zêde bal kişand iPhone Duo bû.
Çalakiya danasînê li kampusa Appleyê ya li Cupertino ya California pêk hat.
CEOyê nû yê Appleyê John Ternus piştî ku 1ê Îlonê erkê birêvebiriyê ji Tim Cook wergirt, wekî CEO cara yekem derket ser dikê.
Ternus di axaftina xwe de pirsî:
"Eger we navendeke kesane ya jîr ji binî dîzayn bikira, we dê ji kû dest pê bikira?" û wiha berdewam kir:
"Berî her tiştî, hûn tiştekî wiha bixwazin ku dê her dem bi we re be, bi her awayî taybet be û karibe di wan kêliyan de ku herî zêde pêdiviya we pê heye çareseriyên jîr pêşkêş bike."
Ternus bal kişand ser wê yekê ku ev amûr di jiyana mirovan de roleke navendî dilîzin û eger ekrana wan hîn mezintir bibe dê derfetên nû jî bidin mirovan.
Ternus destnîşan kir ku divê ev amûr di heman demê de di bêrîk an jî di nava destê mirov de bi cih bibe û rêya herî baş a bidestxistina vê yekê dîzayna "qatkirinê" ye û got:
"Şirketên din jî amûrên ku tên qatkirin çêkirin lê mîna ku du telefon bi awayekî nexweş bi hev ve hatibin zeliqandin xuya dikin.
Bi vî rengî ekranên çargoşe derketin holê lê helbet ji bo bikaranîna mirovan ne guncav in.
Temaşekirina naverokên vertîkal (stûnî) bê wate dibe û xetên reş ên mezin ên li dora fîlman dikin ku ekrana mezin ji ya rast pir biçûktir xuya bike.
Me bi daxwaza xwe ya ji dil û can dest bi vê ezmûnê kir û paşê bi hostayiya ku tenê Apple dikare bigihîje wê, me dîzayneke ku bi hûrbînî hatiye amadekirin tevî çareseriyên endazyariyê re kir yek.
Di encamê de rêze-nûjeniyên derasayî derketin holê ku em bawer dikin dê ezmûna ‘telefonên ku tên qatkirin’ ji nû ve pênase bikin."
iPhone Duo
Li gorî agahiyên ku di çalakiyê de hatin parvekirin, yekem telefona Appleyê ya ku tê qatkirin iPhone Duo, dê xwediyê ekraneke navxwe ya 7,6 înçî bibe û bikarhêner dê karibin bi awayekî normal naverokan temaşe bikin, lîstikan bilîzin û bi awayekî hevdemî çend karan (multitasking) pêk bînin.
iPhone Duo dê bi rûbereke taybet a nanoteknolojiyê derkeve da ku rohniya herî kêm were peydakirin.
Telefon dê bi dîzayneke kompakt ji bo berîkê guncavtir be, dema were qatkirin înça ekrana derveyî dê bibe 5,4 ku j, sedî 90ê ekrana iPhone 18 Proyê pêşkêş bike.
iPhone Duo dê bi du rengan "Spiya Stêrkan" û "Asmanê Nîvê Şevê" derkeve û sîparîşên pêşwext dê ji 16ê Çiriya Pêşîn ve li zêdetirî 70 welatan pêkan bibe.
Telefona Appleyê ya ku tê qatkirin dê 23yê Cotmehê bi bihayê destpêkê yê 1,999 dolarî bikeve bazarê.
iPhone Pro û Pro Max 100 dolarî girantir dibin
Modelên nû yên telefona jîr a şirketê iPhone 18 Pro û iPhone 18 Pro Max dê li gorî modelên berê di warên wekî jîrî, performans, temenê pîlê û kapasîteyên kamerayê de bipêşketî be.
iPhone 18 Pro dê bi şarjkirina carekê heta 24 demjimêran kar bike û iPhone 18 Pro Max jî dê heta 30 demjimêran kar bike.
Modelên nû dê bi çar alternatîvên rengan peyda bibin: Reş, zîvî, şînê qeşayê û bordo.
Apple dê taybetiya "Wêneyê Referansê yê Appleyê" bide nasîn ku bi vê taybetiyê di nava daneyên wêneyan (metadata) de agahiya "bi iPhoneyê hatiye girtin, ne hişê çêkirî ye" hebe.
Ji ber pêdiviyên yasayan dê ev taybetî di destpêkê de li Yekîtiya Ewropayê û Çînê nebe.
iPhone 18 Pro dê bi bihayê destpêkê yê 1,199 dolarî û iPhone 18 Pro Max jî bi bihayê destpêkê yê 1,299 dolarî bikeve bazarê.
Appleyê sala borî iPhone 17 Pro bi bihayê destpêkê yê 1,099 dolarî û iPhone 17 Pro Max bi bihayê destpêkê yê 1,199 dolaran derxistibû bazarê.
Sîparîşên pêşwext ji bo telefonên jîr ên nû dê ji 12ê Îlonê ve li zêdetirî 65 welatan dest pê bikin.
Berguhk û demjimêrên jîr
Berguhkên nû yên bêtêl ên şirketê “AirPods 5” li gorî nifşê berê dê sedî 50î zêdetir performansa astengkirina dengê derve pêşkêş bike.
Bihayê AirPods 5ê dê ji 129 dolaran dest pê bike.
Modelên nû yên demjimêrên jîr Apple Watch Series 12 û Apple Watch Ultra 4, dê di warê tenduristî û fitnesê de nûjeniyan bi xwe re bînin.
Bihayê Series 12 dê ji 399 dolaran û yê Ultra 4 jî ji 799 dolaran dest pê bike.
Sîparîşên pêşwext ên ji bo berguhk û demjimêrên jîr ên nû yên Appleyê îro dest pê dikin.
Şirket dê ji bilî “iPhone Duo”yê berhemên xwe yên nû 18ê Îlonê pêşkêşî bazarê bike.



