کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mûşekên Îranê / Wêne: Arşîv

Mûşekên Îranê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Îranê êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

05-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e
Kurdistan05-06-2026

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Kurdistan05-06-2026

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 mirin
Kurdistan05-06-2026

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku wan bi sê mûşekan baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuyaniya Biryargeha Hatemul Enbiyayê ya Pasdarên Îranê belav kir.

Li gorî nûçeyê, biryargehê ragihandiye ku wan bi sê mûşekan li baregehên partiyên mixalif ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê daye.

Li aliyê din, hatibû ragihandin ku li gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê teqînên bihêz çêbûne ku ew gund cihê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Nûçeyên ne rast û bersiv

Hinek dezgehên medyayî yên Amerîkayê îdia kiribû ku hinek hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê derbasî axa Îranê bûne lê wan dezgehan xwe naspartibû ti çavkaniya diyar.

Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku ti Kurd ji sînor derbasî aliyê Îranê nebûne.

Fermandarekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî ji Rûdawê re got:

“Em ji bo her egerê amade ne û destê me vekirî ye lê heta niha bi ti awayî me hêz neşandine Rojhilatê Kurdistanê û ew nûçeyên hatine belavkirin ne rast in.”

Odeya Operasyonê ya Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî  daxuyanî da Rûdawê.

PAKê diyar kir, “Gotegotên şandina hêzan a ji aliyê hêzên Rojhilatê Kurdistanê ve hene lê ew nûçe ne rast in û hêzên me neçûne Rojhilatê Kurdistanê.”

Sazmana Xebata Kurdistana Îranê jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da.

Sazmana Xebatê ragihand, “Ev nûçe seranser derew in û bi temamî dûrî rastiyê ne.”

Li aliyê din Ajansa Tesnîmê ya Îranê jî diyar kir ku nûçeyên Fox News û Axiosê derew in.

Nûçegihanên Tesnîmê yên li parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Urmiyeyê ragihand ku li ser sînoran ti liv û tevger nîne.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.

Îranê jî bersiv da êrişan û ji bilî Îsraîlê, Qeter, Îmarat û Behreyn kirin hedef ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên payebilind hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kermanpûr ragihand ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de 926 kes hatine kuştin.

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

05-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e
Kurdistan05-06-2026

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Kurdistan05-06-2026

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 mirin
Kurdistan05-06-2026

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 mirin

Pirsên