Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gihîşt Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Silêmaniyê û niha her du alî di civînê de ne.
Şandeya PDKyê ji Cîgirên Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û hejmarek Endamên Polîtburoyê pêk tê.
Şandeya YNKyê jî ji Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Endamê Mekteba Siyasî û Serperiştiyarê Sekretaryaya Celal Talebanî Qubad Talebanî û hejmarek endamên Polîtburoyê pêk tê.
Rojeva civînê
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di civînê de bal tê kişandin ser pêwendiyên her du partiyan, rewşa Herêma Kurdistanê û gav û biryarên dawî yên Hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê.
Tê nûkirin...



