Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanê–Sûriye (Yekîtî) nerazîbûna xwe li hemberî biryarên hikûmeta federal a Îraqê yên li ser deriyên sînor û çavkaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê nîşan da û got, “Divê hêzên Kurdistanî li dijî zextên Bexdayê bibin yek.”
Yekîtiyê ev biryarên Bexdayê wekî "binpêkirina eşkere ya desthilatên destûrî" yên Herêma Kurdistanê bi nav kirin.
Partiyê tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne parêzgeheke girêdayî ye ku bi zimanê fermanan bi wê re bê axaftin.
“Mafên gelê Kurdistanê nabe bibin mijara bazarên siyasî”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mafên gelê Kurdistanê ne diyarî ne û nabe bibin mijara bazarên siyasî.
Partiya Yekîtî bangî hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku li hemberî van zextan bibin yek.
Yekîtiyê her wiha xwest ku aliyên siyasî bi helwesteke xurt maf û destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêz



