کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Kurdistan

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin
Kurdistan24-11-2026

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin

Mesrûr Barzanî: Biryarên Îraqê nayên qebûlkirin
Kurdistan24-11-2026

Mesrûr Barzanî: Biryarên Îraqê nayên qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevpar de li ser biryar û rêkarên dawî yên Îraqê tekez kir ku divê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de destûr bibe hakem.

Her du partiyan her wiha ragihand, "Binpêkirina maf û destkeftiyan xeta sor e."

Di daxuyaniya hevpar de ku îro hat belavkirin, PDK û YNKyê amaje bi daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê û rêkarên van rojên dawî yên li Îraqê kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gav "ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî ne û cihê matmayîneke mezin in."

Her du partiyan di daxuyaniya hevpar de anî zimên:

"Hemû alî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên di Destûra Îraqê de hatine diyarkirin zêdetir tiştek nexwestiye lê di dirêjahiya salên borî de mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin."

"Ji bilî destûrê her biryar li dijî destûrê ye"

PDK û YNKyê tekezî li ser pêbendbûna hemû aliyan a bi destûrê kir.

Her du aliyan da zanîn ku eger pirsgirêkek di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hebe, divê destûr di navbera wan de bibe hakem.

Her wiha daxuyaniyê ducare kir ku "ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din a li dijî Herêma Kurdistanê, li dijî destûrê ye."

"Biryarên yekalî xizmeta aramiya Îraqê nakin"

Di beşeke din a daxuyaniya hevpar de hat gotin:

"Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftiyan xeta sor e."

Li dawiya daxuyaniyê, PDK û YNKyê eşkere kir ku ew ligel diyalog, şefafiyet û lihevtêgihiştinê ne û tekez kir:

"Biryarên yekalî xizmeta ewlehî û aramiya Îraqê nakin."

Pirsên