کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Qada gazê ya Kormorê / Wêne: Arşîv

Qada gazê ya Kormorê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Bexda sîstema parastina asmanî dikire: Herêma Kurdistanê û Kormor jî di planê de ne

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Serokê PWKyê: Nîqaşên ku zererê didin HEVBENDIyê nayên qebûlkirin
Kurdistan23-11-2026

Serokê PWKyê: Nîqaşên ku zererê didin HEVBENDIyê nayên qebûlkirin

MÛŞ - Birûskê minareya mizgeftê hilweşand
Kurdistan23-11-2026

MÛŞ - Birûskê minareya mizgeftê hilweşand

Li 4 navçeyên Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin
Kurdistan23-11-2026

Li 4 navçeyên Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku li Îraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav de, dê li zêdetirî 50 xalan sîstema parastina esmanî bê danîn.

Sebah Numan her wiha da zanîn ku di vê çarçoveyê de Qada Gazê ya Kormorê jî dê bê parastin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ji Rûdawê re ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî girîngiyeke mezin dide kirîn û danîna sîstemên parastina asmanî.

Sebah Numan diyar kir ku ji bo vê armancê budceya pêwîst hatiye veqetandin.

Numan her wiha da zanîn ku tê payîn ku sîstem di çend mehên bê de û bi taybetî di çaryeka yekem a sala bê de bigihîjin Îraqê û dest bi danîna wan bê kirin.

Sebah Numan eşkere kir ku lêkolîneke leşkerî hatiye kirin û zêdetirî 50 xalan ji bo bicihkirina sîstemên parastina asmanî hatine diyarkirin ku beşek ji wan li Herêma Kurdistanê ne.

“Kormor dê bê parastin”

Sebah Numan li ser parastina Qada Gazê ya Kormorê got:

“Qada Gazê ya Kormorê bê guman dê bibe yek ji wan herêman ku sîstema parastina esmanî lê bê danîn û bê parastin.”

Êrişên li ser Kormorê

Heta niha gelek caran bi dron û mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li sînorê navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.

Êrişa dawî 8ê vê mehê hat kirin.

Di wê êrişê de yekîneya barkirinê û depoyên qadê bi dronekê hatin armanckirin.Piştî êrişê hilberîna gazê hat rawestandin.

Ev yek li Herêma Kurdistanê bû sedema qutbûna 2 hezar û 800 megawat elektrîkê.

Pirsên