Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di encama qezayeke di navbera du barhilgir û otobûseke rêwiyan de 23 kes birîndar bûn.
Qeza îro danê sibehê li ser rêya sereke ya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) rû da.
Li gorî agahiyên ewil, barhilgireke ku zibil tê de bû kontrola xwe winda kir û li refûjê qelibî, pişt re otobûseke rêwiyan û barhilgireke din jî li hev qelibîn.
Rêwiyên di otobûsê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Piştî ku şofêrên li ser rê aliyên pêwendîdar agahdar kirin, hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, polîs, tîmên agirvemirandinê û AFADê çûn cihê bûyerê.
Rêwiyên ku di nav otobûsê de asê mabûn, bi hewldanên tîmên agirvemirandinê hatin derxistin û bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhastin.
Daxuyaniya Parêzgarê Dîlokê
Parêzgarê Dîlokê Kemal Çeber li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Xê daxuyaniyek belav kir û piştrast kir ku di qezayê de 23 rêwî birîndar bûne.
Kemal Çeber di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Îro danê sibehê li ser rêya sereke ya TAGê li navçeya Komirliyê ya Dîlokê qezayeke xemgîn rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 23 rêwî birîndar bûne.
Hemû rêwiyên me, yên ku di wesayîtê de asê mabûn jî di nav de, ji aliyê tîmên me ve hatin rizgarkirin û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.
Rê niha ji aliyekî ve ji hat û çûnê re hatiye vekirin. Ez ji bo welatiyên me yên birîndar şîfaya bilez dixwazim."
Hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîrên pêwîst wergirtin û li ser sedema qezayê dest bi lêkolînan hatiye kirin.


