Hewlêr (Rûdaw) - Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ragihand ku endamên wê yên di hatibûn desteserkirin hatine berdan û got, “Em dê ti carî serê xwe netewînin”
HEVBENDÎyê da zanîn ku endamên wan kes 19ê Çiriya Paşîn a 2026an demjimêr 01:30î ji aliyê dozgeran ve hatine berdan.
Li gorîdaxuyaniya HEVBENDÎyê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê dê di rojên pêş de li ser lêpirsînê biryarê bide.
Li 6 bajaran operasyon hatibû kirin
Şeva 16ê Çiriya Paşîn a 2026an bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Amedê li Amed, Êlih, Riha, Îdir, Enqere û Stenbolê li dijî endamên Meclisa HEVBENDÎyê operasyoneke polîsan hat lidarxistin.
Polîsan di nîvê şevê de bi ser gelek malan de girt.
Di encama operasyonê de endamên Meclisa HEVBENDÎyê Bayram Bozyel, Mehmet Can Azbay, Fuad Onen, Abdullah Aydin, Ahmet Geçer, Hasan Dagtekîn, Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Sevgî Çelîk, Alî Çeven, Ramazan Taşdemîr, Diyar Ozbakiş, welatperwera Kurd Arjîn Ceylan û birêvebirê PSKyê Fuat Akkaya hatin desteserkirin.
Polîsên Stenbolê bi ser mala Mustafa Ozçelîk a li wî bajarî de jî girt lê ji ber ku ew li Hewlêrê bû nehat desteserkirin.
Kesên desteserkirî li birêvebiriyên ewlehiyê yên Amed, Êlih, Îdir û Enqereyê hatin ragirtin.
“Encamname û bernameya HEVBENDIyê parastin”
HEVBENDIyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku endamên wan li birêvebiriyên ewlehiyê, serdozgerî û dadgehê bi serbilindî û biryardarî encamname û bernameya HEVBENDIyê parastine.
Di daxuyaniyê de spasiya hemû parêzeran hat kirin ku ji roja yekem heta roja berdanê li ewlehiyê, serdozgeriyê û dadgehê bêyî westan bi dilsozî li gel wan bûn.
Her wiha hat bibîrxistin ku baroyên 13 bajarên Kurdistanê, Komeleya Mafên Mirovan û ji her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û diyasporayê gelek partî û tevgerên siyasî, dezgehên sivîl, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd piştgiriya endamên Meclisa HEVBENDIyê yên desteserkirî kir û spasiya hemûyan hat kirin.
HEVBENDIyê spasiya hemû saziyên ragihandinê yên ku cih daye wê jî kir û da zanîn ku ragihandina Kurdan tim nûçeyên li ser kesên desteserkirî û agahdariyên li ser HEVBENDIyê belav kirine.
“HEVBENDÎ dê ti carî serê xwe netewîne”
Di dawiya daxuyaniyê de êrişa li dijî HEVBENDIyê hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
“Em vê êrişa ku li HEVBENDIyê hatiye kirin rûreş dikin. HEVBENDÎ wekî dezgeheke neteweyî dê li ser rêbaza neteweyî û Kurdistanî serê xwe qet netewîne û dê meşa xwe ya li ser biryar, bername û hiqûqa navxweyî bidomîne. HEVBENDÎ dê ti carî serê xwe netewîne.”



