Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê rapora hewayê ya 17ê Çiriya Paşîn eşkere kir.
Li gorî raporê, dê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê baran û li cihên bilind jî berf bibare.
Her wiha ji bo gelek bajarên Tirkiyeyê jî hişyariya baraneke dijwar û bagerê hat dayîn.
Li kîjan bajarên Bakurê Kurdistanê baran dibare?
Li gorî pêşbîniyan, li Amed, Mêrdîn û Rihayê ji nîvro pê ve, li Sêrt û Meletiyê jî ber bi êvarê ve baran dest pê dike.
Li aliyê din, li Wan û Erziromê navber bi navber baran dibare û li bilindahiyên van bajaran berf û şilope dibarin.
Ji bilî Qers, Erdexan û Îdirê ku hewa li wan bajaran nîvewr e, li piraniya bajarên din ên Bakurê Kurdistanê baran dibare.
Her wiha serê sibehê û bi şev li seranserê herêmê mij û dûman çêdibe.
Hişyariya lehiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê
Ji bo Tirkiyeyê jî hişyariya baraneke dijwar û rabûna lehiyê hat dayîn.
Saziya Keşnasiyê da zanîn ku dê li herêmên Marmara, Ege, Deryaya Reş û Deryaya Spî baraneke zêde bibare.
Bi taybetî ji bo bajarên wekî Stenbol, Bursa, Kocaelî, Yalova, Îzmîr û Hatayê hişyarî hat dayîn da ku welatî li hemberî metirsiya lehiyê baldar bin.



