Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Efrînê ya li Parlamentoya Sûriyeyê Dr. Rengîn Ebdoyê ragihand ku daxwaznameya 7 xalî ya xelkê Efrînê gihîştiye ber destê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer.
Dr. Rengîn Ebdoyê her wiha da zanîn ku heta çarenivîsa girtiyan neyê diyarkirin û mal û milkên dagirkirî neyên vegerandin, li seranserê Sûriyeyê aramî pêk nayê.
Xelkê Efrînê daxwaznameyek pêşkêşî Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer kiribû.
Di daxwaznameyê de çareserkirina bilez a çarenivîsa girtî û windayiyan, vegerandina bêmerc a mal û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen, misogerkirina perwerdeya zimanê Kurdî, vegerandina navên dîrokî yên Kurdî, tevlîbûna xelkê herêmê di birêvebiriyê de û rakirina bacên neyasayî yên li ser berhemên cotkaran hatibû xwestin.
Parlamentera ji Efrînê Dr. Rengîn Ebdo beşdarî bultena Nûrojê bû ku ji aliyê Nalîn Hesenê ve tê pêşkêşkirin û qala hûrgiliyên van daxwazan, xebatên parlamentoyê û astengiyên li pêşiya xelkê Efrînê kir.
"Divê di dosyeya girtiyan de şefafiyet hebe"
Dr. Rengîn Ebdoyê anî zimên ku di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê de di navbera desthilatên birêvebirin, yasadanîn û darazê de veqetandineke tam heye.
Ebdoyê destnîşan kir ku dosyeya girtî, windayî û desteserkiriyan ji aliyê Desteya Dadmendiya Veguhêz ve tê şopandin.
Ebdoyê bangî welatiyan kir ku serdana navendên desteyê yên li bajar û gundan bikin û hemû agahiyên pêwîst tomar bikin û got:
"Divê şefafiyet hebe, divê dewlet li ser girtiyên xwe lêkolînê bike ka li kû ne. Mafê xelkê heye bizanibe zarokên wan li kû ne.
Ev daxuyaniya ku 7 daxwaz tê de cih digirin daxuyaniyeke rewa ye. Xelkê Efrînê wekhevî û dadperweriyê dixwaze da ku qanûn û serweriya dewletê li vê herêmê jî bê sepandin. Em jî wekî parlamenterên Efrînê piştgiriya wê dikin û dibin dengê wan."
Parlamentera Kurd her wiha da zanîn ku ev daxwazname gihîştiye ber destê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî û ew bi girîngî li ser disekinin.
"Derdora hezar û 100 malan hîn nehatine valakirin"
Rengîn Ebdoyê li ser pirsa desteserkirina milkên welatiyan a ji aliyê komên çekdar û karmendên hinek wezaretan ve, destnîşan kir ku ev yek li ser jiyana xelkê Efrînê bûye bargiranî û metirsiyeke mezin û got:
"Hejmara malan pir e, li bajarê Efrînê derdora hezar û 100 malan heta niha nehatine valakirin.
Xelk berê xwe dide dadgehan lê ji ber bêserûberiya çekan, çekdar nahêlin xelk bi rêyên aştiyane mafê xwe werbigire.
Heta ev mesele neyê çareserkirin, li Sûriyeyê aramî pêk nayê. Divê çareseriyên aştiyane bên dîtin da ku gelê hejar vegere ser mal û milkê xwe."
Ji bo vegerandina navên Kurdî 17 îmze tên komkirin
Yek ji daxwazên sereke yên xelkê Efrînê jî vegerandina nasnameya dîrokî ya herêmê û zindîkirina navên Kurdî yên gund, bajarok û cihên erdnîgarî ye.
Rengîn Ebdoyê eşkere kir ku ji aliyê wan û Parlamenter Ehmed Murad ve projeyasayek hatiye amadekirin û wiha axivî:
"Projeyasayeke me heye da ku li seranserê Sûriyeyê navên dîrokî yên gund û şûnwarên dîrokî werin vegerandin.
Ji bo ku em vê projeyasayê radestî Komîteya Destûra Bingehîn û Yasayî bikin, 17 îmze pêwîst in.
Komkirina îmzeyan heta 29ê vê mehê berdewam dike û em gelekî nêzîkî temamkirina hejmara pêwîst bûne."
Rengîn Ebdoyê tekez kir ku parlamenterên herêmên din ên Sûriyeyê jî piştgiriyê didin wan û dixwazin welat gavên ber bi aramiyê ve biavêje.
Perwerdeya bi Kurdî û debara cotkaran
Li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî jî Dr. Rengîn Ebdoyê diyar kir ku li gorî biryara fermî heftane 3 demjimêr waneyên Kurdî tên dayîn.
Lê belê wê da zanîn ku ji ber cudahiya sîstema perwerdeyê, li pêşiya wan xwendekarên ku ji herêma Cizîrê vegeriyane Efrînê hinek astengî hene û komîteyên perwerdeyê li ser çareserkirina vê pirsgirêkê dixebitin.
Li ser rewşa çandiniyê û birîna darên zeytûnan jî parlamentera Efrînê destnîşan kir ku debara xelkê deverê rasterast bi berhemên zeytûnan û ewlehiya herêmê ve girêdayî ye û got:
"Gava dewlet serweriya yasayê bisepîne, ev pirsgirêk jî çareser dibin. Niha gavên erênî hene û çûna nav zeviyan hinekî hêsantir bûye.
Lê daxwaza me ew e ku rewş bi temamî aram bibe, binpêkirin bên rawestandin û cotkar bikaribin bêyî tirs û bi ewlehî biçin ser erd û baxên xwe."
Rengîn Ebdoyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina komîteyeke hevbeş a di navbera parlamenter, civaka sivîl û rewşenbîran de da ku di vê qonaxa hestiyar a Sûriyeyê de hemû daxwazên xelkê Efrînê ji nêzîk ve werin şopandin.


