Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdagiyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgira veguhastina otomobîlan li ajokarekî qelibî û di encama bûyerê de ajokar mir.
Bûyer şeva borî li ser rêya otobanê ya navçeya Nurdagiyê qewimî.
Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar agir bi barhilgireke veguhastina otomobîlan ket.
Ajokar ji bo vemirandina agir peya bûbû
Ajokarê barhilgirê Îsmaîl Bozdagê 34 salî ji bo vemirandina agir ji wesayîtê peya bû.
Di wê demê de barhilgireke din a veguhastina otomobîlan a ku Feyzî Dogan diajot li Îsmaîl Bozdag xist.
Ajokarê din hat desteserkirin
Di encama qezayê de Bozdag li cihê bûyerê mir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin û termê Bozdag birin nexweşxaneyê.
Polîsan ajokarê barhilgira din Feyzî Dogan desteser kir.



