Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê ragihand ku wan heta niha nêzîkî 200 otomobîlên ku ziyan dîtibûn, ji lehiya Hewlêrê derxistine.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Efser Şaxewan Seîd ji Rûdawê re got, "Ji ber lehiyê ziyaneke mezin gihîşt gelek otomobîlan, tenê tîmên me nêzîkî 200 otomobîl ji nava avê derxistin."
Ji ber barana gur, roja şemiyê li bajarê Hewlêrê lehî rabû û di encamê de 2 kes mirin û ziyanên madî yên mezin gihîştin hejmareke zêde ya otomobîl û malên welatiyan.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Efser Şaxewan Seîd hinek amar eşere kirin û got:
“Otomobîlên ku me ji nava avê derxistine, hinek ji wan xira bibûn û ziyaneke mezin dîtibûn, hinek ji wan jî tenê av çûbû tê de.
Hejmara otomobîlên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine ji 200î zêdetir e, ji ber ku gelek otomobîlên din jî ji aliyê tîmên din ên hawarçûnê ve hatine derxistin.”
Rojek piştî lehiyê, çend lîjne hatin avakirin ku yek ji wan lîjneya nirxandina zerer û ziyanên lehiyê ye.
Alîkarê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir jî ji Rûdawê re got, “Em daxwaz û zanyariyan kom dikin û belge dikin lê biryara li ser şêwazê qerebûkirinê divê bi hevahengî bi Komîteya Wezîran bê dayîn.”



