Hewlêr (Rûdaw) - Saziya PAYê ya ji bo Perwerde û Bipêşketinê di rapora xwe ya 5an a çavdêriyê ya li ser serdema 6an a Parlamentoya Kurdistanê de li ser rewşa siyasî, yasayî û sîstema hikûmetraniyê ya li Herêma Kurdistanê hişyariyeke tund da.
Rapor bi sernavê "Herêma Kurdistanê li ber valahiya saziyî ye" bi piştevaniya Rêxistina Niştimanî ya ji bo Piştevaniya Demokrasiyê (NED) a Amerîkayê hat weşandin.
Di raporê de hat ragihandin ku Herêma Kurdistanê piştî 34 salan ji damezirandina yekem tecrubeya hikûmetraniya xwebixwe, di qonaxa dîrokî ya herî metirsîdar de ye.
Hat diyarkirin ku di vê qonaxê de rewatiya saziyan kêm bûye, destûr hatiye paşguhkirin û hêzên çekdar û yên sîxuriyê di navbera du herêmên ewlehî û siyasî de asê mane.
Saziya PAYê diyar dike ku metirsiya sereke ya li ser qebareya Herêma Kurdistanê berî ku pênas û gefên derve bin, li navxwe "jidestdana wateya pratîk a saziyan e."
Li gorî raporê, eger çaksaziyeke lezgîn û bingehîn neyê kirin, qebareya Herêma Kurdistanê ji qebareyeke destûrî ya bihêz ber bi qebareyeke lawaz û "birêvebiriya xwecihî ya bi temamî girêdayî Bexdayê" ve bi paş ve diçe.
Destkefteke dîrokî û emaneteke niştimanî
Rapor di beşa xwe ya yekem de bi nêrîneke dîrokî dest pê dike û destnîşan dike ku qebareya federal a Herêma Kurdistanê berhema peymaneke siyasî ya demkî yan jî bexşîşa ti hikûmeta Bexdayê nîne.
Hat diyarkirin ku ev qebare berhema zêdetirî sedsalek ji têkoşîn û qurbaniyên berdewam ên gelê Kurdistanê ye; berhema xwîna hezaran şehîdan, Enfal, kîmyabaran, raperîn, zindan û penaberiyê ye.
Di Raporê de hat bibîrxistin ku gelê Kurdistanê ji destpêka sedsala 20î ve ji bo mafê çarenivîsê Serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî (Şêx Mehmûdê Hefîd), serhildanên Barzan, Şoreşa Îlona 1961ê û Peymana 11ê Adara 1970yî tomar kirine ku gava yekem a naskirina fermî ya mafên gelê Kurd bû.
Tevî têkçûna 1975an, sala 1976an şoreşa nû dest pê kir û li hemberî pêlên veguhastina bi zorê, Erebkirin, jenosîda 182 hezar welatiyan a di Enfalê de û komkujiya kîmyabarana Helebceyê ya 16ê Adara 1988an li ber xwe da.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku di Raperîna bihara 1991ê de û pişt re di koça milyonî ya xelkê Kurdistanê ya ber bi sînorên Îran û Tirkiyeyê de, civaka navneteweyî biryara 688an a Civata Ewlehiyê da û herêma dijefirînê ava kir.
Piştî vekişîna saziyên rejîma Beasê ya li payîza 1991ê û derketina dorpêça aborî ya navneteweyî û dorpêça navxweyî ya Beasê ya li ser Kurdistanê, serkirdayetiya siyasî ya Kurd biryareke dîrokî da da ku valahiya kargêrî bi rêya pêkanîna demokrasî û hilbijartinan tijî bike.
Li ser vê bingehê, 19ê Gulana 1992yan yekem hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, 4ê Tîrmeha 1992yan yekem rûniştina parlamentoyê hat lidarxistin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezirandin.
Rapor radigihîne ku ev yek destpêka veguhastinê bû ji rewatiya şoreşgerî ya çekdarî ber bi rewatiya destûrî, yasayî û sivîl ve.
Ji 9 hilbijartinên pêwîst tenê 6 hatine kirin
Saziya PAYê da zanîn ku li gorî salnameya yasayî, divabû di navbera salên 1992-2024an de neh hilbijartinên giştî (1992, 1996, 2000, 2004, 2008, 2012, 2016, 2020, 2024) bihatana kirin.
Lê belê di rastiyê de tenê şeş hilbijartin (1992, 2005, 2009, 2013, 2018 û 2024) hatine lidarxistin.
Di raporê de hat gotin ku bipaşxistina pêvajoya demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê bûye tevgereke asayî û hat gotin:
"Nabe qurbaniyên dîrokî wekî hincet ji bo desthilata bêsînor, bipaşxistina hilbijartinan û lawazkirina lêpirsînê werin bikaranîn.
Şehîdan ji bo ku partiyek bibe xwediyê Herêmê canê xwe feda nekir, wan can da da ku xelkê Kurdistanê bibe xwediyê azadî û serweriya qanûnê."
Pêgeha Herêma Kurdistanê ya di Destûra Îraqê de
Beşa duyem a raporê balê dikişîne ser pêgeha yasayî ya Herêma Kurdistanê ya di Destûra Daîmî ya Îraqê ya sala 2005an de.
Rapor radigihîne ku pêgeha Herêmê ji aliyê Bexdayê ve nehatiye bexşandin, bi çendîn madeyên sereke yên destûrê wekî yekeyeke federal hatiye naskirin:
1- Federalîzm bingeha dewletê ye (Pêşekî û Madeya 1ê): Di pêşekiya destûrê de pêbendbûna bi destûrê wekî garantiya yekparçeyiya Îraqê hatiye destnîşankirin. Li gorî Madeya 1ê, Îraq dewleteke federal, pirpêkhate û parlamentoyî ye.
2- Naskirina zelal a desthilatên Herêmê (Madeya 117an): Ev made destnîşan dike ku destûr Herêma Kurdistanê û desthilatên wê yên heyî wekî herêmeke federal nas dike ku ev jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye ji ber ku rastiya Herêmê ya beriya sala 2003yan nas dike.
3- Desthilatên mayî (Madeya 115an): Yek ji madeyên herî bihêz e ku dibêje, her desthilata ku di destûrê de bi nivîseke taybet bi hikûmeta federal nehatiye dayîn (li gorî Madeya 110an), desthilata herêman e. Di dema nakokiya li ser desthilatên hevpar de jî (Madeya 114an), pêşengî ya qanûna herêmê ye.
4- Berdewamiya yasayên Herêmê (Madeya 141ê): Destûr hemû wan yasa, biryar, peyman û rêkarên ku ji sala 1992yan ve li Herêma Kurdistanê hatine derxistin nas dike, heta ku ji aliyê desthilata peywendîdar a Herêmê ve neyên sererastkirin an betalkirin.
5- Desthilatên yasadanîn, bicihanîn û dadweriyê (Madeya 121ê): Mafê temam ê bikaranîna her sê desthilatan di nav sînorên wê de ji Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn, di nav de mafê danîna destûra taybet bi xwe (Madeya 120î) û rêkxistina hêzên ewlehiya navxwe (polîs, asayîş û nobedarên herêmê).
6- Parastina desthilatan ji guhertinê (Madeya 126an/Çarem): Bêyî erêkirina Parlamentoya Kurdistanê û dengê piraniya xelkê Herêmê yê bi rêya referandumê, nabe desthilatên Herêma Kurdistanê di Destûra Îraqê de bên kêmkirin.
Nakokiya mafên destûrî û lawaziya navxwe
Rapor dipirse: "Tevî van hemû desthilatên destûrî yên bihêz, çima pêgeha Herêmê li hemberî Bexdayê roj bi roj lawaztir dibe?"
Li gorî Raporê bersiv ev e: "Mafê destûrî bêyî saziyên bihêz û çalak nayê parastin. Dema Herêma Kurdistanê parlamentoyê pûç dike, postên bilind wekî karbirêker dihêle, destûrê danayne û dahatên wê nezelal dibin, desthilata navendî ya li Bexdayê van lawaziyan bi kar tîne û destêwerdanê di hûrgiliyên desthilatên federal ên Herêmê de dike."
Destûra Herêma Kurdistanê: Maf û erkekî ku nehatiye bicihanîn
Beşa sêyem a Raporê behsa nebûna destûra Herêma Kurdistanê dike û diyar dike ku zêdetirî 21 salan di ser pejirandina Destûra Îraqê û Madeya 120î re derbas bûne lê Herêma Kurdistanê hîn jî bê destûr e.
Li gorî Raporê, ji ber van sedeman pêdiviya Herêma Kurdistanê bi destûrê heye:
- Diyarkirina sîstema hikûmetraniyê (parlamentoyî, serokatiyê an têkel).
- Diyarkirina sînorê desthilata Serokê Herêmê, parlamento û hikûmetê.
- Cudahariya tam a desthilatan û misogerkirina serxwebûna dadweriyê.
- Bisînorkirina desthilatên hikûmeta karbirêker da ku rê li ber bikaranîna desthilata bêsînor were girtin.
- Derxistina hêzên çekdar û ewlehiyê ji bin bandora partiyan.
- Parastina dadperwerane ya mafên pêkhateyên neteweyî û olî (Tirkmen, Kildan, Suryan, Asûr, Ermen, Êzidî, Kakeyî û Mesîhî).
Têkçûna hewlên berê yên danîna destûrê
Rapor dîroka projeya destûra Herêmê bi vî awayî rêz dike:
Beriya sala 2003yan: Di serdema yekem a parlamentoyê de bi biryara bi hejmara 22yan a sala 2001ê û paşê bi biryara hejmar 37an a sala 2002yan reşnivîsa destûrê hat amadekirin.
Sala 2009an: Di serdema duyem de bi biryara bi hejmar 5an a 8ê Îlona 2005an komîteyek hat avakirin û 24ê Hezîrana 2009an reşnivîsa destûrê bi dengê 97 parlamenteran hat pejirandin da ku ji bo referandumê were pêşkêşkirin lê ji ber zexta derve (Tirkiye) û nerazîbûna mixalefeta navxweyî (Tevgera Goran, Komel, Yekgirtû û beşek ji YNKyê) referandum nehat lidarxistin.
Sala 2013an: Di rojên dawî yên serdema sêyem de, PDK û YNKyê bi rêya peymaneke siyasî ya li derveyî parlamentoyê di 30ê Hezîrana 2013an de di civîneke aloz de sedma Serokatiya Herêmê du salan dirêj kir bi wî mercî ku reşnivîsa destûrê bi lihevkirinê were nûkirin.
Sala 2015an: Di serdema çarem de li gorî yasaya bi hejmara 4an a sala 2015an komîteyeke 21 kesî ji bo destûrê hat avakirin lê ji ber peketina parlamentoyê ya 12ê Çiriya Pêşîn a 2015an pêvajo bi temamî rawestiya.
Serdemên pêncem û şeşem: Ti pêngava pratîk ji bo pejirandina destûrê nehatiye avêtin.
Saziya PAYê ducare dike ku sedema nebûna destûrê ne kêmasiya pisporiyê bûye, belkî "nakokiya partiyan a li ser dabeşkirina desthilat û postan bûye."
Qeyrana rewatiya saziyan
Beşa çarem a Raporê qala birînên kûr ên pergala hikûmetraniyê dike û rewatiya saziyan dixe bin pirsê:
Parlamentoya Kurdistanê; rawestîna li pey rawestînê: Dema yasayî ya serdema pêncem a parlamentoyê 6ê Çiriya Paşîn a 2022yan bi dawî bû. Hewldana dirêjkirina temenê wê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ve 30ê Gulana 2023yan hat têkbirin û wekî nedestûrî hat dîtin. Hilbijartina serdema şeşem piştî du salan derengketin 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hat kirin. Parlamenteran 2ê Kanûna Pêşîn a 2024an sonda yasayî xwar lê heta niha ji ber lihevnagirina partiyan desteya serokatiyê û komîteyên daîmî nehatine hilbijartin û rûniştin vekirî mane. Vê yekê hiştiye ku çavdêriya li ser hikûmetê nemîne û yasadanîn raweste.
Hikûmeta Herêmê; karbirêkereke demdirêj: Li Îraqê çarçoveya hikûmeta karbirêker di xala duyem a rênimayên navxwe yên Encumena Wezîran de bi biryara bi hejmar 89an a sala 2022yan a dadgeha federal hatiye zelalkirin ku hikûmet nikare biryarên stratejîk bide, pêşniyaryasayan bişîne an peymanên mezin îmze bike. Lê li Herêma Kurdistanê ti pênaseya destûrî û yasayî nîne ji bo bisînorkirina desthilata hikûmeta karbirêker. Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10ê Tîrmeha 2019an bawerî standibû û diviyabû Tîrmeha 2023yan dema wê temam bibûya lê ev nêzîkî du sal in wekî hikûmeta karbirêker dixebite bêyî ku desthilatên wê hatibin diyarkirin. Ev rewş bûye sedema lawazbûna baweriya şirket û weberhêneran.
Encumenên parêzgehan; 12 sal in nehatine nûkirin: Hilbijartina dawî ya encumenên parêzgehan 30ê Nîsana 2014an hatibû kirin. Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê Îlona 2023yan berdewamiya van encumenan bi nedestûrî da zanîn. Bi vê yekê parêzgehên Herêma Kurdistanê ji nûnertiya hilbijartî û çavdêriya kargêriyên xwecihî bê par man.
Desteyên serbixwe di valahiya yasayî de ne:
Desteya Paqijiyê: Serokê wê 13ê Gulana 2013an hatiye hilbijartin û 28ê Gulana 2017an dema wî ya çar salî bi dawî bûye lê hîn li ser kar e.
Dîwana Çavdêriya Darayî: Serokê wê yê berê 2ê Gulana 2023yan teqawît bûye û ji wê demê ve dîwan bê serokê fermî tê kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê: Dema yasayî ya encumena komîseran 23yê Kanûna Pêşîn a 2019an bi dawî bûye.
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan: Dema yasayî ya serokê wê 20ê Hezîrana 2025an qediyaye.
Desthilata dadwerî û sendîka: Saziya PAYê rexne dike ku bi biryara 19ê Gulana 2026an xizmeta Serokê Encumena Dadweriyê hatiye dirêjkirin. Her wiha bi dehan sendîka û komeleyên pîşeyî bi salan e kongreyên xwe li dar nexistine.
Erk û berpirsiyariyên aliyan li gorî Raporê:
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê ji nakokiyên partiyan derkeve û destpêşxeriya civîneke bilez a niştimanî bike.
Partiyên siyasî: Divê qebûl bikin ku ti partî ji dewletê mezintir nîne û dev ji kontrolkirina çekan berdin.
Parlamenter: Beşdarbûna civînan erkekî exlaqî û niştimanî ye; boykotkirina civînan ji ber fermana partiyê binpêkirina sonda parlamentoyê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê sînor ji bo desthilata karbirêkeriyê deyne û daneyên petrol û nepetrolî bi awayekî zelal eşkere bike.
Desthilata dadwerî: Divê dadwer ji desttêwerdana partiyan bên parastin û Dadgeha Destûrî ya Herêmê were damezirandin.
Desteyên serbixwe: Nabe bê deng bimînin; heta parlamento nebe jî divê raporên gendelî û binpêkirinan ji raya giştî re eşkere bikin.
Civaka sivîl: Divê bi rêya belgeyan çavdêriyê bike û reşnivîsên yasayî amade bike.
Medya û rojnameger: Divê nûçeyan ji propagandayê veqetînin û rê li ber gotara nefretê bigirin.
Sendîka: Divê bi lez kongreyên xwe li dar bixin û xwe ji bin bandora desthilatê rizgar bikin.
Zanîngeh: Divê ji bo destûr û çaksaziyê projeyên akademîk pêşkêş bikin.
Welatî: Divê ji nûnerên xwe hesab bipirsin û dengên xwe ji bo berjewendiyên demkî nefiroşin.
Hikûmeta Federal û Hevpeyman: Nabe Bexda lawaziya Herêmê ji bo sepandina navendîtiyê bi kar bîne; divê Hevpeyman jî alîkariyên xwe bi pêngavên pratîk ên yekbûnê ve girê bidin.
Hêzên çekdar û ewlehiyê; du desthilat di yek qebareyê de
Beşa pêncem a Raporê destnîşan dike ku piştî 34 salan jî Hêzên Pêşmerge, asayîş, polîs, zêrevanî, berevanî (parastin) û hewara lezgîn û saziyên sîxuriyê di bin yek fermandariya niştimanî de nehatine yekxistin.
Ev hêz di navbera du herêmên desthilatê hatine parvekirin: Hewlêr û Dihok ji bo PDKyê, Silêmanî û Helebce jî ji bo YNKyê.
Rapor analîzeke hûrgilî ya destûrî pêşkêş dike ka pêgeha van hêzan di Destûra Îraqê de çi ye:
Pêşmerge artêş e yan nobedarê Herêmê (Herêma Kurdistanê) ye?
Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina pêgeha Pêşmerge li beramberî du vebijêrkan e:
Vebijêrka yekem (Pêşmerge wekî artêş): Eger Herêma Kurdistanê bixwaze Pêşmerge wekî beşek ji sîstema giştî ya parastinê ya Îraqê were qebûlkirin, divê li gorî Madeya 110/Duyem bikeve bin sîwana sîstema parastinê ya federal û Wezareta Parastinê ya Îraqê.
Vebijêrka duyem (Pêşmerge wekî nobedarê Herêmê): Eger bixwaze wekî hêzeke taybet a Herêmê bimîne, destûr di Madeya 121/Pêncem de tenê dan bi "nobedarên herêmê, polîs û asayîş"ê de dide. Di vê rewşê de jî divê ev hêz bi temamî di çarçoveya Wezareta Karên Navxwe ya Herêmê û di bin fermandariyeke sivîl de were rêkxistin.
Rapor dibêje ku Herêma Kurdistanê ne Pêşmerge xistiye çarçoveya Madeya 110an wekî beşek ji parastina Îraqê, ne jî li navxwe li gorî Madeya 121ê wekî nobedarên niştimanî yek xistiye; lê di rewşeke parçekirî ya partiyan de hiştiye.
Her wiha li gorî Madeya 121/Pêncem, divê hêzên ewlehiyê rasterast bibin beşek ji Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê lê niha wekî du saziyên serbixwe li Hewlêr û Silêmaniyê ne.
Li ser sîxuriyê (îstixbarat) jî, Madeyên 84 û 9/Yekem (d) ên Destûra Îraqê Saziya Sîxuriyê ya Niştimanî wekî saziyeke seranserî pênase dike ku di bin çavdêriya parlamento û desthilata sivîl a hikûmetê de ye lê li Herêmê du dezgehên sîxuriyê yên girêdayî partiyan (Parastin û Zanyarî) bêyî yasayekê dixebitin.
Çima yekxistina 21ê Îlona 2026an têrê nake?
Di Raporê de hat bibîranîn ku 21ê Îlona 2026an bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr, yekxistina fermî ya Fermandariyên Devera 1 û 2 (Yekeyên 70 û 80) di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hat ragihandin lê Saziya PAYê diyar dike ku ev yekxistin tenê kargêrî ye, ne pratîk e.
Cudahiya navbera her du pênaseyan wiha hat vegotin:
Yekxistina kargêrî: Tenê dabînkirina mûçeyan a bi rêya wezaretê, rêkxistina cilan û beşdariya di perwerdeya hevbeş de ye.
Yekxistina pratîk: Dawîanîna li zincîra fermandariya partiyan e, veguhastina hemû çek, depo û baregehan a ji bo bin desthilata Wezareta Pêşmergeyan û qutkirina pêwendiya fermandaran a bi polîtburoyan re ye.
Rapor daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya 14ê Gulana 2026an bi bîr tîne ku rexne li hêdîbûna pêvajoyê girtibû û nebûna vîna siyasî wekî astenga sereke bi nav kiribû.
10 pirsên testê yên ji bo yekxistina hêzan
Saziya PAYê ji bo ku yekxistina Pêşmergeyan ji dirûşman bibe pratîk, 10 pirsan dixe beramberî desthilatdaran ku divê di nav 12 mehan de werin bersivandin:
- Çi qas yekîneyên leşkerî ji aliyê cih û depoyan ve bi temamî ketine bin kontrola Wezaretê?
- Çend fermandarên leşkerî bi biryara fermî ya dewletê hatine tayînkirin ne bi pêşniyara polîtburoyan?
- Çend baregeh û depoyên çekan ji aliyê saziyên hikûmetê ve hatine tomarkirin?
- Ji sedî çendê mûçexurên leşkerî ketine nav sîstema dîjîtal, bankî û biyometrîk?
- Gelo ti fermandar maye ku rasterast fermanan ji partiyê wergire?
- Çend operasyon û livînên leşkerî ji Odeya Operasyonên Hevbeş hatine kirin?
- Gelo mafê teftîşkirina budce, hejmara çekdaran û çavdêriya leşkerî ji bo Parlamentoya Kurdistanê hatiye dayîn?
- Li ser çend giliyên mafên mirovan lêkolîn hatine kirin û encam hatine eşkerekirin?
- Gelo fermandariya her du saziyên asayîş û sîxuriyê yek e yan cuda ye?
- Gelo partiyan bi awayê fermî û bi nivîskî dev ji xwedîtiya hêzan berdaye?
Lawazbûna aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê
Rapor bi piştrastkirina ji raporên Banka Cîhanî nîşan dide ka qeyrana saziyî ya navxwe çawa bûye sedema jidestdana serweriya darayî ya Herêma Kurdistanê.
Piştî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya Parîsê û rawestandina firotina petrola Herêma Kurdistanê, pêgeha aborî ya Herêmê ji firoşkara petrolê guherî bo aliyekî ku her meh li benda fînansmana Bexdayê ye.
Li gorî yasayên budceya Îraqê yên salên 2023, 2024, 2025 û 2026an, Bexdayê mercên giran danîne ser xercî û dahatên Herêmê; petrola Herêmê xistiye bin destê şirketa SOMOyê û hemû dahatên nepetrolî jî dixe bin çavdêriya Dîwana Çavdêriya Federal.
Vê rewşê wisa kiriye ku karmendê Herêma Kurdistanê li şûna ku baweriya wî bi hikûmeta wî hebe ji bo mûçeyê, çavê wî li biryarên Wezareta Darayî ya Îraqê be ku ev jî têkçûna hesta welatîbûnê ye.
Metirsiyên berdewamiya rewşa niha
Saziya PAYê hişyariyê dide ku berdewamiya vê valahiya saziyî Herêma Kurdistanê dixe ber van xetereyan:
- Lawazbûna pêgeha Herêmê ya di dan û standinên li gel Bexdayê de: Dema partiyên Kurd li ser post û desthilatê li Bexdayê nakok bin, desthilata federal desthilatên Herêmê bi sînor dike.
- Piştguhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Metirsî heye Bexda serî li miameleya rasterast a bi parêzgehan an dezgehên ewlehiyê re bide ku ev qebareyê dike çend parêzgehên ji hev cuda.
- Vekişîna alîkariyên Hevpeymanan: Hevpeymaniya Navneteweyî alîkarîkirina hêzeke ku partiyî bimîne nadomîne û di egera bêhêvîbûna wan de ew dê alîkariyan rawestîne yan jî bi rêya Bexdayê re miameleyê bike.
- Bêbaweriya xelkê û koçberiya ciwanan: Qeyrana mûçeyan, bêkarî û nebûna hêviyê rêjeya koçberiyê zêde kiriye.
PÊNC SENARYOYÊN PAŞEROJÊ
Rapor ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê 5 senaryoyan datîne holê:
Senaryoya yekem (Berdewamiya heman rewşê): Hikûmeta karbirêker berdewam dike, parlamento bêbandor dimîne û qeyran kom dibin.
Senaryoya duyem (Valabûna hêdîka): Bexda kontrola darayî û petrolê berfireh dike; navê Herêmê dimîne lê desthilatên federal jê tên standin.
Senaryoya sêyem (Cihgirtina duîdareyiyê): Bi awayekî nefermî her herêmek bi tena serê xwe dixebite û hêza xwe bi rê ve dibe.
Senaryoya çarem (Qeyrana ewlehiyê): Nakokiyên siyasî yên li ser dahatan an herêman vediguherin pevçûnên çekdarî yên bisînor.
Senaryoya pêncem (Çaksaziya lezgîn): Parlamento çalak dibe, hikûmet tê avakirin, destûr tê pejirandin û hêz bi rastî tên yekxistin ku ev yekane rêya rizgarkirinê ye.
Pêşniyar û nexşerêya derketinê: "Pakêta pêbendker"
Saziya PAYê ji bo derketina ji vê rewşê nexşerêyeke demkî bi navê "Pakêta giştgir û pêbendker" pêşkêş dike:
1. Qonaxa bilez (Di nav 30 rojan de):
- Bangkirina lezgîn a parlamentoyê, hilbijartina desteya serokatiyê û avakirina komîteyên sereke.
- Derxistina biryara ji bo destpêkirina nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê û avakirina Komîteya Bilind a Destûrê.
- Eşkerekirina rapora darayî ya zelal a hikûmetê ya li ser petrol, dahata navxwe, xercî û deynan.
- Biryara niştimanî ya serokatî û partiyan ji bo rûxandina fermandariya partiyan a li ser Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê.
2. Qonaxa saziyî (Di nav 60-90 rojan de):
- Pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bi bernameyeke çaksaziyê û şandina wê ya ji bo parlamentoyê ji bo standina baweriyê.
- Sererastkirina yasaya hilbijartina encumenên parêzgehan û diyarkirina dema wê.
- Pejirandina plana dema pêbendker ji bo temamkirina yekxistina Yekîneyên 70 û 80yî û dezgehên asayîş û sîxuriyê.
- Ragihandina sîstema yekgirtî ya dahat û xezîneyê di bin çavdêriya Dîwana Çavdêriya Darayî de.
3. Qonaxa çaksaziya bingehîn (Di nav 6-12 mehan de):
- Amadekirina reşnivîsa Destûra Herêma Kurdistanê, pejirandina wê li parlamentoyê û pêşkêşkirina ji bo rapirsiya giştî ya gelê Kurdistanê.
- Lidarxistina hilbijartina encumenên parêzgehan.
- Nehiştina yekcarî ya navê Yekîneyên 70 û 80yî û yekxistina temam a hemû hêzên ewlehî û sîxuriyê di çarçoveya dezgeheke niştimanî de.
- Derxistina yasayeke tund ku tê de hebûna hêza çekdar a partiyan an wergirtina fermana leşkerî ji partiyan wekî "tawan" were dîtin.
BERÎ KU DÎROK DERFETAN JI ME BISTÎNE...
Saziya PAYê Rapora xwe bi vê peyamê bi dawî dike: "Qebareya Herêma Kurdistanê emaneteke niştimanî ye. Parastina vê qebareyê bi dabeşkirina berpirsiyariyê û sûcdarkirina hevdû nabe, bi hilgirtina berpirsiyariya dîrokî ya ji aliyê serokatî, parlamento, hikûmet, desthilata dadwerî, partî, civaka sivîl û hemû welatiyan ve dibe. Wext hatiye ku em ji hikûmetraniya partiyan derbasî hikûmetraniya destûrî û saziyî bibin berî ku dîrok derfetan ji me bistîne."

.jpg&w=3840&q=75)
