Dêrsim (Rûdaw) - Boksorê ji Ganayê Bend Adbubiyê ku li Almanyayê dijî, ji bo geştê cara yekem hat Dêrsimê û bûye heyranê xweza û xelkê bajêr.
Adbubiyê ku ji bo dîtina boksorê profesyonel ê Dêrsimî Umut Çamkiran hat bajêr, koda plakaya Dêrsimê (62) li ser milê xwe kir deq.
Bend Adbubiyê ku cara yekem hat Dêrsimê, ji Parka Seyîd Riza dest bi ger û geşta xwe ya li bajêr kir.
Adbubî li ber peykerê Seyîd Riza wêne girtin û dilê kesên ku xwest pê re wêneyan bigirin jî nehişt.
Boksorê Ganayî bi gelê bajêr re hevdîtin kir û anî zimên ku wî ji xweza û gelê Dêrsimê gelekî hez kiriye.
"Ez dixwazim li Dêrsimê bijîm"
Adbubi ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina Dêrsimê anî zimên.
Wî da zanîn ku xwezaya bajêr û dilpakiya xelkê bandoreke mezin lê kiriye.
Adbubi her wiha xwesteka xwe ya jiyana li Dêrsimê anî zimên û hezkirina xwe ya ji bo bajêr bi deqa koda 62yan a li ser milê xwe nîşan da.
"Ew dibêje gelê Dêrsimê rewşenbîr û mirovdost e"
Îsmaîl Arganê ku li Parka Seyîd Riza li gel Adbubi axivî, qala hezkirina wî ya ji bo bajêr kir û got:
"Ev mirov ji Almanyayê hatiye vir ji ber ku meraq kiriye. Ew bi xwe ji Ganayê ye û rahênerê Umut Çamkiran e.
Hatiye Dêrsimê û koda 62yan li ser milê xwe kiriye deq. Her tiştî meraq dike. Ew dibêje gelê Dêrsimê rewşenbîr û mirovdost e.
Dixwaze li vir bijî lê derfeta wî nîne. Li Almanyayê dijî lê ji vir gelekî hez dike. Em jî ji wî gelekî hez dikin."




