Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo bipêşxistina qadên petrolê yên Kerkûkê û zêdekirina şiyana hilberînê gaveke nû hat avêtin.
Şirketa Petrolê ya Bakur û Şirketa Gazê ya Bakur li gel şirketa enerjiyê ya Brîtanyayê (BP) di komîteya hevpar de cih girt ku ji bo birêvebirin û bipêşxistina çar qadên petrolê hatiye damezirandin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rûkabî ji Rûdawê re ragihand ku her du şirketên Îraqî ji 15ê Çiriya Pêşîn ve tevlî komîteya hevbeş a kargêriyê bûne.
Rûkabî da zanîn ku her du şirketan berê jî li wan qadan erkên diyarkirî bi cih anîne.
Çar qadên petrolê tên bipêşxistin
Ev rêkxistin qadên petrolê yên Hesen Beg, Xebaz, Cembûr û qadeke din a Kerkûkê li xwe digire.
Projeya navborî di çarçoveya peymana bipêşxistinê ya di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û BPyê de tê bicihanîn.
Rûkabî eşkere kir ku piştî peymanê di navbera her du şirketên Îraqî û BPyê de komîteyeke hevbeş a kargêriyê hatiye avakirin û komîte dê birêvebirin û bipêşxistina qadên petrolê bigire ser milê xwe.
Hilberîna rojane dibe 450 hezar bermîl
Ji bo bipêşxistina qadên petrol û gazê yên Kerkûkê, 1ê Tebaxa 2024an di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û BPyê de peymaneke berfireh a lêktêgihîştinê hatibû îmzekirin.
Di çarçoveya vê peymana 16 salî de tê plankirin ku hilberîna rojane ya petrolê ji nêzîkî 308 hezar bermîlan derkeve ser 400 hezar bermîlan.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku ji bo sûdwergirtina ji gaza ku di dema derxistina petrolê de derdikeve, ji bo şiyana rojane ya 400 milyon metresêca veberhênan were kirin.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Ebadî jî li ser avakirina komîteya hevpar diyar kir ku peymana bi BPyê re ji bo zêdekirina şiyana hilberînê xwedî girîngiyeke mezin e.
Ebadî anî zimên ku di çarçoveya peymanê de armanc ew e ku hilberîna rojane ya petrolê bigihînin 450 hezar bermîlan û ya gazê jî bigihînin 500 milyon metresêcayan.



