Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan hûrgiliyên pêvajoya nû û vekişîna gerîlayan eşkere kirin.
Karayilan da zanîn ku heyetên wan û dewletê di nava diyalogê de ne û li ser israra dewletê wan ji bo vekişîna ji Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê 3 gavên berbiçav avêtine.
Endamê Fermandariya NPGyê Murat Karayilan beşdarî bernameyeke Stêrk TVyê bû.
Karayilan li ser rûdanên dawiyê yên têkildarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, vekişîna gerîlayan û rewşa herêmê daxuyaniyên gelekî girîng dan.
“Dewletê israr kir, me 3 gavên girîng avêtin”
Murat Karayilan anî zimên ku pêvajoya heyî nêzîkî du sal in didome û wan wekî aliyê Kurd gelek gavên yekalî avêtine.
Karayilan hûrgiliyên hevdîtinên bi heyeta dewleta Tirkiyeyê re parve kirin û diyar kir ku dewletê ji wan xwestiye ew hêzên xwe yên li Bakur û Metînayê vekişînin.
Karayilan li ser vê pêvajoyê wiha axivîm "Di navbera Rêber Apo û heyeta dewletê de diyalog heye.
Her wiha heyeteke me jî li derve heye û di navbera wan de jî diyalog heye.
Dewletê di van hevdîtinan de ji me re got, 'Ji bo ku em piştrast bibin metirsiyek nîne, divê hûn hêzên xwe yên li Bakur û Metînayê vekişînin.'
Me jî ji wan re got ku hêzên me yên li Bakur ne di wê rewşê de ne ku bibin xeterî, ew di bin kontrolê de ne.
Lê wan israr kir û got heta ev gav neyên avêtin em dê tiştekî nekin. Me jî ji bo ku hincet di destê wan de nemînin, ev her 3 gav avêtin."
Vekişîna ji Amed, Mêrdîn û Botanê
Karayilan 3 gavên ku wan avêtine yek bi yek eşkere kirin û ragihand ku gava wan a yekem, vekişîna ji eyaletên Bakurê Kurdistanê bûye:
"Gava me ya destpêkê ev bû; me hêzên xwe yên li eyaletên Botan, Mêrdîn û Amedê hemû vekişandin.
Rast e, ji îlona par ve me ji gelek herêmên Bakur hêzên xwe vekişandibûn lê li van hersê eyaletan hêzên me mabûn.
Haya dewletê ji wan hebû. Me ew hêzên xwe jî vekişandin û ev vekişîn 26ê Îlonê temam bû."
Vekişîna hêzên taybet
Li gorî gotinên Karayilan, gava duyem li ser daxwaza rasterast a dewletê hatiye avêtin û têkildarî hêzên li metropolan e.
Karayilan got, "Li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê hinek hêzên me yên veşartî hene.
Dewlet ji van hêzan re dibêje 'Hêzên Taybet'. Dewletê ji me xwest ku em wan jî vekişînin.
Me fermana pêwîst da wan hêzan û niha xebata ji bo vekişîna wan berdewam dike."
Mercê vekişînê: Parastina şehîdgehan
Gava sêyem a ku Karayilan qal kiriye, vekişîna ji herêma Metînayê ye.
Karayilan bi bîr anî ku wan par li ser name û daxwaza Abdullah Ocalan hêzên xwe ji Zapê vekişandibûn.
Karayilan li ser vekişîna ji Metînayê û mercên xwe ev agahî dan:
"Herî dawî 8ê Çiriya Pêşîn hevalên me yên li gundê Bazyanê yê Metînayê bi konvoyekê vekişiyan.
Vekişandina hevalên me 4 rojan dewam kir. Lê belê ji bo vekişîna ji Bakur, Zap û Metînayê şertên me hene.
Divê şehîdgehên me yên li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê bên parastin.
Her wiha divê em karibin şehîdên xwe yên li wan herêman kom bikin û bînin şehîdgeha navendî.
Dewletê ji bo vê yekê soz da û divê soza xwe bi cih bîne. Li gorî me êdî li ber destê Tirkiyeyê ti hincet nemaye. Divê êdî Tirkiye gavê biavêje."
Rola Ocalan: “Ez bi tena serê xwe bi santracê dilîzim”
Karayilan rexne li helwesta dewleta Tirkiyeyê girt û da zanîn ku qanûna li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye derxistin yekalî ye û ji bo çareseriyê têrê nake.
Karayilan tekez kir ku pêvajo tenê dikare ji aliyê Abdullah Ocalan ve bê meşandin û got:
"Rêber Apo di vê xisûsê de ji dewletê û heyeta DEM Partiyê re dibêje, 'Ez bi tena serê xwe bi santracê dilîzim.
Ne rêxistin ne jî dewlet dilîze, ez dilîzim.' Wî ev yek ji bo wê gotiye ku hem divê em gavan biavêjin hem jî dewlet biavêje.
Lê belê heta niha dewletê gav neavêtiye. Eger dewlet têkildarî Rêber Apo biryareke nû nede ev pêvajo nameşe."
Gerîla dê piştî bêçekbûnê çi bikin?
Karayilan bal kişand ser plansaziya piştî bêçekbûnê û diyar kir ku ew dê dest ji şerê çekdarî berdin lê dê têkoşîna siyasî bidomînin û wiha pê de çû:
"Em di wê baweriyê de ne ku bi siyaseta demokratîk dikarin bigihêjin armanca xwe.
Em ji şerê çekdarî derbasî siyaseta demokratîk dibin. Her kadroyê me gerîla ye, her gerîla jî kadroyek e.
Gerîla wê sibe biçe Amedê yan jî Mêrdînê. Îro ji wir bi çekê hatin, sibe wê bê çek vegerin.
Dema ku vegeriyan jî divê karibin li gundan, taxan, bajaran di nava gel de karên siyasî, rêxistinî û zanistî bikin. Ji bo vê jî divê qanûnên pêwîst bên derxistin."
Bêbawerî û pirsgirêka qeyûman
Murat Karayilan destnîşan kir ku di navbera wan û dewleta Tirkiyeyê de pirsgirêkeke mezin a bêbaweriyê heye.
Wî da zanîn ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê “dewlet zimanê xwe yê li ser terorê biguherîne û dawî li kiryarên antî-demokratîk bîne.”
Karayilan tayînkirina qeyûman û girtina siyasetmedaran wekî mînak nîşan da û got:
"Şaredar bi dengê gel hatine hilbijartin lê AKP wan ji kar dûr dixe û zilamê xwe tayîn dike.
Ahmet Turk, Abdullah Zeydan, Ahmet Ozer; dadgeh wan sûcdar nabîne lê qeyûm hîn li ser wezîfeyê ne.
Berdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî bi heman rengî ye. Doza Kobaniyê dozeke siyasî ye. Ev hemû dibin zemîna bêbaweriyê."
Peyama ji bo Şamê û rewşa Qendîlê
Murat Karayilan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî sekinî û bal kişand ser peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de.
Karayilan diyar kir ku hinek alî hewl didin vê peymanê xera bikin û li Hisîça û Kobaniyê provokasyonan derdixin.
Karayilan bangî Serokkomarê Sûriyeyê kir ku li ser welatê xwe serwer be û rê nede lîstikên li dijî Kurdan.
Wî her wiha ji Tirkiyeyê jî xwest ku destê xwe ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Herî dawî Karayilan li ser gotegotên "valakirina Qendîlê" axivî û ragihand ku Qendîl ji bo Kurdan cihekî pîroz e û keleha berxwedanê ye.
Karayilan tekez kir, "Eger gerîla vekişin jî wê welatparêz li wê derê bimînin. Qendîl wê ti carî bê xwedî nemîne."
Wî bangî aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî kir ku nakokiyan bidin aliyekî û li ser stratejiyeke hevpar a neteweyî li hev bikin.


