Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke karkerên çandiniyê yên demsalî û otomobîlek li hev qelibîn û di encama bûyerê de kesek mir û heft kes birîndar bûn.
Mînîbusa bi plakaya 27 ME 9658 ku M.S. (39) diajot, li Taxa Sayburunê li otomobîla bi plakaya 27 J 1606 ku R.K. (35) diajot, qelibî.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên lezgîn û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
R.K. ku di bûyerê de birîndar bûbû, tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê, nehat rizgarkirin.
Tîmên tenduristiyê birîndarên qezayê B.K. (30), B.G. (18), A.D. (72), M.M. (8), S.A. (6), N.H. (45) û H.A. (16) birin Nexweşxaneya Dewletê ya Komirliyê.



