Hewlêr (Rûdaw) - Lîbya di van demên dawiyê de ji bo ciwanên Îraq û Herêma Kurdistanê bûye wekî rotayeke nû ya koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve lê di heman demê de bûye xefikeke nû ya şebekeyên qaçaxçitiyê jî.
Derket holê ku ciwan bê vîze bi soza "kar" dibin Bîngaziyê û dû re li herêmên rojava yên ku ji aliyê eşîran ve têne kontrolkirin, wekî dîl hatine girtin.
Parlamenterekî Îraqî hişyarî da ku nêzîkî ji sedî 90ê koçberan bi şkenceyên giran, birçîbûn û girtinê re rû bi rû ne.
Lîbyaya ku cihê herî xeter e ji bo derbasbûna neyasayî ya ber bi Ewropayê ve, bi trajediyên ciwanên Kurd ên ji Îraq û Herêma Kurdistanê, careke din di rojevê de ye.
Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê û rayedarên Îraqî ji Rûdawê re behsa karê ew şebekeya xeternak a bazirganiya mirovan kirin.
Ji Hewlêrê ber bi Umanê ve û ji wir jî ber bi Bîngaziyê ve
Birêvebira Îdarî ya Şêwirmendan a Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê Hanîn Beşûşeyê diyar kir ku şebekeyê avakirina balafirgehê wekî perdeyek ji bo veguhestina koçberan bi kar aniye.
Beşûşeyê pêvajoya rêwitiyê bi van gotinan rave kir:
"Koçberên Kurd ji Herêma Kurdistanê ber bi Umanê, paytexta Urdunê ve û ji wir ber bi Balafirgeha Benînayê ya Bîngaziyê ve diçin.
Ji ber xebatên nûjenkirinê yên li balafirgehê, ji bo 'wergirtina karkeran' daxuyanî hatibû dayîn.
Qaçaxçiyan ji vê rewşê sûd werdigirin, belgeyên sexte didin koçberan û wan wekî karker tînin welêt.
Piştî demekê, ew van kesan dibin herêmên rojava ku lê desthilateke fermî tune ye û eşîr û komên çekdar lê serdest in.
Hejmareke mezin ji koçberan an winda dibin an jî tên girtin û li Kampa Tacûrayê tên girtin."
Hanîn Beşûşeyê diyar kir ku ew bi hikûmetên Îraq, Herêma Kurdistanê û Urdinê re di pêwendiyê de ne da ku mekanîzmayeke hevbeş ava bikin û rê li ber vê rêya bazirganiya mirovan bigirin.
"Ji sedî 80 heta 90ê koçberan rastî îşkenceyê tên"
Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dr. Musena Emînê destnîşan kir ku siyaseta Bîngaziyê ya nehewcekirina vîzeyê ji welatiyên Îraqê tê îstismarkirin û got:
"Hinek şîrketên sexte bi hinceta 'geştiyariyê û karsaziyê' mirovan dibin Bîngaziyê. Ji wir, ew wan bi qaçaxî dibin perava rojava ya ku ji aliyê hikûmeta Trablûsê ve tê kontrol kirin û bi qeyikan wan dişînin.
Mixabin, hinek ji wan difetisin û pir kêm kes digihîjin Ewropayê. Lê belê piraniya koçberan, ji sedî 80 heta 90 têne girtin, rastî îşkenceyên giran, îstîsmarê tên."
Piraniya wan di bin 18 salî de ne û hemû jî mêr in
Parêzer û pisporê mafên penaberan ê Lîbyayî Tariq Lemlum bal kişand ser guhertina xeter a di profîla koçberan de û diyar kir ku hemû koçberên Kurd ên ku tên vê derê mêr in, piraniya wan ciwan û zarokên di bin 18 salî de ne.
Lemlum da zanîn ku çûna van kesên temenbiçûk a bi balafirê ya bi vî rengî, valahiyeke mezin a di warê çavdêriyê de derdixe holê.
Berdevkê Heyva Sor a Lîbyayê Hemdî Nuhaylî diyar kir ku ew hewl didin ku alîkariyên mirovî bigihînin koçberên ku li Kanfudaya Bîngazî û Tacûraya Trablûsê dimînin û di nav kesên hatine rizgarkirin de gelek ciwanên ji Herêma Kurdistanê hene.
10 ciwanên ji Raperînê ev mehek e winda ne
Li gorî daneyên Birêvebiriya Krîzan a Birêvebiriya Raperînê, ji sala 2015an vir ve zêdetirî 500 kes ji rêya xeter a Lîbyayê hatine rizgarkirin û vegerandine Herêma Kurdistanê.
Rayedaran destnîşan kir ku ji mehekê zêdetir e ku derbarê 10 ciwanên Kurd ên ji herêmê derketine ti agahî nehatiye wergirtin û bendewariya malbatên wan berdewam dike.



