Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed piştî aloziyên li bajêr peyama, “Bi aqilmendî û bi berpirsiyariyeke mezin tevbigerin” da.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hinek Ereban dest bi xwenîşandanan kir û xwest ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê derbasî bajêr bibin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed piştî van aloziyan bi rêya hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:
“Em bi hesteke berpirsiyariyê û bi xema ewlehî û aramiya we giştiyan, bangî we dikin.
Mafê we yê îfadekirina ramanê û xwestina mafên xwe, mafekî rewa ye ku em bi rêz û girîngiyeke mezin guh didinê.
Lê belê, ji bo ku dengê we bi hêz û bandor bimîne, divê em hemû xwedî li çalakiyên aştiyane derkevin û wan biparêzin.
Xerabkirina mal û milkên giştî yan taybet û ketina nava pevçûnan, tu carî xizmeta doza we nake; berevajî wê, zirarê dide ewlehiya civaka me û armancên we yên rewa dispêre aliyekî.
Ji ber wê yekê, em bangî hemû gelê xwe, bi taybetî jî ciwanên xwe yên hişyar dikin ku bi aqilmendî û bi berpirsiyariyeke mezin tevbigerin. Hêzên ewlehiyê yên li qadan, zarok û birayên we ne û erka wan a sereke parastina we û saziyên gelê me ye.
Divê em hemû bi hişmendî û bi berpirsiyarî tevbigerin, da ku em rê nedin tu aliyî ku bixwaze hestên we bi kar bîne û herêma me bixe nava tevliheviyê.”


