Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ragihand ku ew çavê xwe ji ti kes û cihan re nagirin ku bixwazin vê rewşa heyî bi kar bînin û tiştan biha bikin.
Newzad Şêx Kamil da zanîn ku ji ber guherîna bihayê dînar a li hemberî dolarê Amerîkî, sê cureyên cezayan li benda binpêkeran in û ji Rûdawê re got:
"Li gel biryara kêmkirina bihayê dînar ê li hemberî dolar, me hemû komîteyên xwe erkdar kirin ku cezayên herî tund bidin wan kesên ku destkariyê di bihayan de dikin an kel û pelan di depoyan de vedişêrin."
Sê cureyên cezayan
Newzad Şêx Kamil li ser cureyên cezayan diyar kir:
"Li gorî desthilata ku bi me hatiye dayîn û di Rojnameya Weqayî ya Kurdistanê de hatiye weşandin, em dikarin cezayê diravî, girtin û yasayî li ser wan kesan bisepînin ku destkariyê di bihayan de dikin."
Cezayên ku dê li ser binpêkeran bên sepandin ev in:
Cezayê diravî: Ji 50 hezar dînarî dest pê dike heta 5 milyon dînaran diçe.
Cezayê girtinê: Ji 3 rojan dest pê dike heta 10 rojan berdewam dike.
Cezayê yasayî: Dosyeya lêpirsînê ji bo wî kesî tê vekirin û sewqî dadgehê tê kirin.
Newzad Şêx Kamil li ser mijara cezayan ev agahî jî dan:
"Dibe ku du cureyên cezayan bi ser kesekî de werin sepandin. Wekî mînak, eger marketek ji ber zêdekirina bihayan bi 500 hezar dînarî were cezakirin û dîsa jî li ser wan bihayan xwe bisepîne, yekser cezayê wê ji cezayê diravî diguhere û dibe girtina cihê kar.
Eger cihek berê ji ber destkarîkirina bihayan hatibe girtin û ducare heman karî bike, bêyî agahdarkirinê dosyeya lêpirsînê jê re tê vekirin û sewqî dadgehê tê kirin."
Wî destnîşan kir ku çavdêrîkirina bazaran tenê bi komîteyan nabe û xwest ku welatî van sê xalan bi cih bînin:
Boykotkirina kirînê: Dema ku welatî bibînin bihayê tiştekî hatiye zêdekirin, bila boykot bikin û nekirin. Ev yek bazirganan neçar dike ku bihayan vegerînin asta berê.
Tiştên zêde mekirin: Eger welatî gelek tiştan bikirin daxwaz zêde dibe û ev jî dibe sedema bilindbûna bihayan.
Agahdarkirina komîteyan: Dema ku welatî dibînin bihayê tiştekî zêde bûye, divê yekser komîteyan agahdar bikin.
Newzad Şêx Kamil her wiha anî zimên ku destkarîkirina bihayan mijareke hestyar e û ew dixwazin bi temamî bazaran kontrol bikin û rê li ber bilindbûna bihayan bigirin.
Dolar û dînar
Ev rêkarên Birêvebiriya Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tên ku Encumena Wezîran a Îraqê biryar da bihayê fermî yê firotina dolar biguhere.
Bihayên nû yên dolar bi vî rengî hatine diyarkirin:
Kirîna dolar ji Banka Navendî: Ji bo her dolarekî hezar û 500 dînar (berê hezar û 300 dînar bû).
Ku dolar bifiroşin bankan: Ji bo her dolarekî hezar û 510 dînar (berê hezar û 310 dînar bû).
Ku dolar ji bankan bikirin: Ji bo her dolarekî hezar û 520 dînar (berê hezar û 320 dînar bû).



