Hewlêr (Rûdaw) - Navê Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi awayekî fermî hat qebûlkirin.
Daxwaza Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ya ji bo guherandina navê wî yê di qeydên fermî de hat pejirandin.
Navê wî di qeydên fermî de wekî "Mistefa Xelîl Ebdî" derbas dibû û bi vê biryarê bû "Mezlûm Ebdî".
Ebdî berê di belgeyên fermî yên dewletê û qeydên nifûsê de bi navê "Mistefa Xelîl Ebdî" tomarkirî bû.
Serlêdana Ebdî ya ji bo ku navê wî di qeydan de wekî "Mezlûm Ebdî" yê ku di nav raya giştî de pê tê naskirin cih bigire, hat qebûlkirin.
Bi vî awayî dê navê Mezlûm Ebdî di hemû qeydên fermî yên dewleta Sûriyeyê de jî wekî "Mezlûm Ebdî" derbas bibe.
27ê Tebaxê bûbû Şêwirmendê Serokkomariyê
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 27ê Tebaxa 2026an Mezlûm Ebdî wekî Şêwirmendê Serokkomariyê tayîn kiribû.
Ebdî berî ku dest bi vê peywirê bike, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.
.webp&w=3840&q=75)


