Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, lîstikvana Kurd a qada hunerên lêdanê yên têkel (MMA) Rojhan Îbrahîmî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin û çarenivîsa wê nayê zanîn.
Li gorî zanyariyên rêxistinên mafên mirovan, hêzên ewlehiyê yên Îranê şeva şemiyê bi ser mala malbata wê ya li bajarê Seqizê de girtiye û Rojhan Îbrahîmiya 20 salî desteser kiriye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku sedema desteserkirina wê û cihê ku lê tê ragirtin hîn jî nayê zanîn.
Çend rêxistinên din ên mafên mirovan jî nûçeya desteserkirina Rojhan Îbrahîmiyê piştrast kir.
Gelek kesên desteserkirî Kurd in
Li gorî amarên Hengawê, tenê di îlonê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 143 kes hatine desteserkirin ku 17 ji wan jin in.
Hengawê da zanîn ku hema bêje nîvê kesên hatine desteserkirin Kurd in û di nav wan de 7 jin jî hene.
"Zextên li ser çalakvanên Kurd zêde dibin"
Desteserkirina Rojhan Îbrahîmiyê di çarçoveya pêleke berfireh a zextên desthilata Îranê yên li ser çalakvanên Kurd ên ziman û çandê de pêk tê.
Ev zext bi taybetî piştî xwenîşandanên kanûna paşîn û destpêkirina şerê Amerîka û Îranê yê dawiya meha sibatê zêdetir bûne.
Hêzên Îranê hefteya borî jî bi ser mala bijîşka Kurd a 43 salî Beyan Salihiyanê de girtibû û ew desteser kiribû.
Beyan Salihiyan jî ji bo cihekî ne diyar hatibû veguhastin û hîn agahî li ser rewşa wê nîne.
Banga Neteweyên Yekbûyî
Pisporên Neteweyên Yekbûyî destpêka tebaxê bangî Îranê kiribû ku dawî li van zextan bînin.
Pisporan ji Îranê xwestibû ku dawî li desteserkirinên kêfî, windakirinên bi darê zorê, şkence û bidarvekirinên bêserûber ên li dijî kêmneteweyan, bi taybetî Kurd û Belûçan bîne.



