Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Perwerdeya Zimanê Kurdî ya li Şingalê Meyser Hecî Salihê derbarê rewşa xwendina Kurdî ya li navçeyê de hişyariyê da.
Meyser Hecî Salihêda zanîn ku tevî destpêkirina dewama fermî jî, rê li ber şandina pirtûk û pêdiviyên xwendinê yên ji Herêma Kurdistanê ber bi Şingalê ve tê girtin û dibistan jî rûbirûyî pirsgirêka nebûna avahiyan bûne.
Birêvebira Perwerdeya Kurdî ya li Şingalê Meyser Hecî Salih li ser perwerdeya bi Kurdî ya li Şingalê ji Rûdawê re axivî û got:
"Em rastî komek astengiyên mezin hatine. Yek ji pirsgirêkên me yên sereke nebûna avahiyan e.
Beşeke zêde ya dibistanên me dewama êvaran di nava avahiyên dibistanên Erebî de dikin û li hinek cihan jî di avahiyekê de sê dewam tên kirin."
"Rê li ber pirtûkan tê girtin"
Sala nû ya xwendinê 20ê Îlonê dest pê kiribû lê Birêvebira Perwerdeya Kurdî da zanîn ku pirtûk negihîştine destê xwendekaran û got:
"Nêzîkî mehek û nîv e em hewl didin pirtûkan ji Herêma Kurdistanê bigihînin Şingalê lê heta niha li xalên kontrolê destûr nedane me.
Ev yek di demekê de ye ku deriyên dibistanan hatine vekirin û pêdiviya xwendekaran pê heye."
Ji 23 hezar xwendekaran 8 hezar li kampan in
Li gorî amarên Perwerdeya bi Kurdî, li navçeya Şingalê nêzîkî 23 hezar xwendekar hene.
Ji vê hejmarê zêdetirî 14 hezar xwendekaran li navend û gundên Şingalê ne û nêzîkî 8 hezar ji wan jî li kampên koçberan xwendina xwe didomînin.
"Di navbera xwendina Kurdî û Erebî de cudakarî heye"
Meyser Hecî Salihê rexne li hikûmeta federal a Îraqê girt û bal kişand ser cudakariya di navbera xwendina Kurdî û Erebî de û anî zimên:
"Hikûmeta Îraqê ji bo her xwendekarê xwendina Erebî mehane bi qasî 30 hezar dînarî alîkariya diravî xerc dike lê xwendekarên xwendina Kurdî ji vê alîkariyê û ji gelek xizmetguzariyên din bêpar hatine hiştin.
Vê yekê wiha kiriye ku beşek ji malbatan zarokên xwe bişînin xwendina Erebî."
Meyser Hecî Salihê diyar kir ku ji ber nakokiyên siyasî xwendina bi Kurdî ber bi paşde diçe û got ku beriya rûdanên sala 2014an û 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an rewşa xwendina Kurdî di asteke gelekî bilind de bû.
Hişyariya ji bo ezmûnên pola 12an
Birêvebira Perwerdeya Kurdî daxwaza hevahengiyeke bilez a di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û hişyariyê dide:
"Eger pirsgirêk di demeke nêzîk de neyên çareserkirin, em dê di ezmûnên giştî de rastî karesatekê bibin.
Ji ber ku ji bo sala bê em pêşbînî dikin zêdetirî 2 hezar û 500 xwendekarên me di pola 12an de hebin û ji ber kêmasiya avahiyan, dabînkirina holên ezmûnan ji bo wan dê karekî ne gengaz be."



.webp&w=3840&q=75)