Hewlêr (Rûdaw) – Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê (THY) geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê yên ku ji bo demekê hatibûn rawestandin, ji îro ve da destpêkirin.
Li aliyê din, li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê îro liv û tevgereke zêde heye û bi giştî 50 geştên asmanî hatine plankirin.
Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Celal Talebanî îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku THYyê geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê ji nû ve dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî bernameya diyarkirî, di gava yekem de dê di hefteyekê de di navbera Stenbol û Silêmaniyê de 4 geştên dualî werin kirin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên balafirgehê hatine wergirtin, îro geştên şirketên AJet û Pegasusê yên di navbera Stenbol û Silêmaniyê de jî li gorî planê hatine kirin.
Her wiha geşta şirketa Qatar Airwaysê ya di navbera Doha û Silêmaniyê de hat kirin lê geşta Tehran-Silêmaniyê hat betalkirin.
Li Balafirgeha Hewlêrê 50 geşt
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî trafîka asmanî rojeke gelekî qerebalix derbas dike.
Li gorî agahiyên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, îro bi giştî ji bo daketin û rabûnê 50 geştên asmanî hatine plankirin.
Hat ragihandin ku piraniya geştan heta niha di dema xwe de hatine kirin û yên mayî jî dê heta saet 23:45an bi dawî bibin.
Îro ji bo derveyî welêt ji Amsterdam, Stenbol, Enqere, Eman, Doha, Şariqe, Dubaî û Şamê geşt tên kirin û di xetên Îraqê de jî geştên Bexda û Besrayê tên lidarxistin.



