Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, bihabûna goşt xelkê xistiye nav zehmetiyeke mezin û goşt hêdî hêdî ji ser sifreyên welatiyan winda dibe.
Li bazarên bajêr bihayê kîloya mirîşka zindî gihîştiye 36 hezar lîreyên Sûriyeyê (nêzîkî 2,70 dolarî).
Her wiha kîloya goştê pez jî di navbera 170 hezar û 180 hezar lîreyên Sûriyeyê de (di navbera 13 û 13,70 dolarî de) tê firotin.
"Xerca min a rojane peyda nabe"
Bihabûna goşt di serî de bandor li ser firoşkaran kiriye û firotina wan gelekî kêm bûye.
Firoşkarê mirîşkan Araz Ehmed li ser rewşa bazarê got:
"Mirîşk gelekî biha ne, kes zêde nakire. Ez ji serê sibehê heta êvarê li bendê dimînim, 9-10 mirîş difroşim.
Xerca min a rojane pê peyda nabe. Sala borî erzan bû, kîlo di navbera 25 û 27 hezar lîreyan de bû lê îsal bûye 36 hezar lîre.
Ji roja pêncşemê ve di her tonekê de bihayê mirîşkan 250 dolar zêde bûye."
"Zarokan ev 4 meh in goşt nexwariye"
Şert û mercên jiyanê yên li bajêr her ku diçe girantir dibin û gelek malbat êdî nikarin goşt bixin malên xwe.
Welatiyê bi navê Mûsa Kêtkanî behsa rewşa xelkê kir û anî zimên:
"Cîranên min hene, beriya du rojan me mirîşk belav kirin, zarokên wan ji min re got 'Me ev 4 meh in goşt nexwariye'."
Li aliyê din, qesab jî ji paşerojê bi fikar in û dibêjin eger rewş bi vî rengî bidome dê krîz kûrtir bibe.
Goştfiroş Feyad Elî li ser metirsiyên bihabûnê got:
"Eger baran nebare û payîz bê berhem be, dê bihayê pezekî bigihîje 700 dolarî.
Wê demê dê rewş hîn girantir bibe, naxwe gelo dê xelk mecbûr bimîne ku goşt bi temamî ji bîr bike?"
Bihabûna li bazarên Kobaniyê êdî ne tenê li ser xwarina goşt, li ser tevahiya jiyan û pêdiviyên rojane yên welatiyan bûye barekî giran.
.webp&w=3840&q=75)
