Hewlêr (Rûdaw) - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê li Wanê di dema serdana Dayîkên Aştiyê de got ku ew dê di rojên pêş de di pêvajoya çareseriyê de derbasî qonaxeke nû ya gavên şênber û pratîk bibin.
Buldanê her wiha da zanîn ku pêşketinên girîng di rojevê de ne.
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan li avahiya rêxistina partiya xwe ya li Wanê bi Dayîkên Aştiyê re civiya.
Di serdanê de Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt û gelek welatî jî amade bûn.
"Yên herî zêde mexdûr dibin dayîk û jin in"
Pervîn Buldanê di axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û dayîkan a di têkoşîna aştiyê de.
Buldanê destnîşan kir ku herî zêde dayîkan berdêlên giran ên şer dane û got:
"Di têkoşîna aştiyê de her tim jin li pêş in, ji ber ku yên herî zêde di şer û pevçûnan de dibin mexdûr dayîk û jin in.
Eger em aştiyê dixwazin, em ji bo wê yekê dixwazin ku dilê dayîkên din neşewite û ti kes zarokên xwe nexe bin axê.
Em dizanin ku aştî ne hêsan e lê pêkanîna wê erkê me hemûyan e.
Daxwaza me ne aştiyeke jirêzê ye, em daxwaza aştiyeke birûmet dikin ku tê de maf û hiqûqa gelê Kurd bên naskirin."
"Birêz Ocalan girîngiyeke taybet dide dayîkan"
Pervîn Buldanê diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinan de qala keda dayîkan dike û pê de çû:
"Dayîkên me çi êşeke mezin dîtibe jî qala êşê nekir. Wan her tim parastina aştiyê kir û laçikên xwe yên spî avêtin holê.
Birêz Ocalan di her hevdîtinê de girîngiyeke taybet dide dayîkan û tekez dike ku divê têkoşîna Dayîkên Aştiyê bê tacîdarkirin.
Li cem me, li cem gelê me û li cem Birêz Ocalan jî cihê Dayîkên Aştiyê gelekî cuda ye."
"Dê gavên şênber bên avêtin"
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo gavên şênber ên di pêvajoya çareseriyê de bal kişand ser rojên li pêşiya me û got:
"Di rojên pêşiya me de, bi îhtîmaleke mezin em dê derbasî serdem û pêvajoyeke wisa bibin ku gavên şênbertir û pratîk bên avêtin.
Bipêşketinên gelekî girîng dê rû bidin û bi van bipêşketinan re aştî dê şênbertir bibe.
Helbet di vir de dîsa pêwîstiya me bi têkoşîneke hevbeş heye û em dê hemû bi hev re vê yekê bi ser bixin."
Di civînê de li ser navê dayîkan, Dayîka Aştiyê Hediye Kaçakê jî axivî.
Hediye Kaçakê da zanîn ku daxwaza wan pêkanîna aştiyeke mayînde ye û wan tekez kir ku ew dê têkoşîna xwe bidomînin.


