Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê
Mezlûm Ebdî ji bo qurbaniyên aloziya li Girtîgeha Kobaniyê peyameke sersaxiyê
belav kir û soz da ku ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê lêpirsîneke berfireh
bê kirin.
Mezlûm Ebdî îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav
kir û got:
"Aliyên pêwendîdar ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê
û cezakirina kesên xemsar dest bi lêpirsîneke berfireh û şefaf kiriye.
Encamên lêpirsînê dê bi hemû zelalî û şefafiyê ji raya giştî
re werin eşkerekirin."
Mezlûm Ebdiyê ku çûbû bajêr û seriyek dabû birîndaran da
zanîn ku ji bo rêlibergirtina ducarebûna bûyerên bi vî rengî divê rola saziyên
dadwerî û ewlehiyê were aktîvkirin.
Ebdî her wiha anî zimên ku divê hevahengiya di navbera
saziyan de were xurtkirin da ku serweriya qanûnê pêk were, mafên sivîlan û
girtiyan bên parastin û aramî û ewlehiya Kobaniyê were mîsogerkirin.
Çi bûbû?
Berê sibeha şemiyê (12ê Îlona 2026an) li Girtîgeha Kobaniyê şewatek
derketibû.
Di vê şewatê de 9 kesan canê xwe ji dest da û gelek kes
birîndar bûn ku birînên 7an ji wan giran bûn.
Ev alozî di demekê de çêbû ku li bajêr ji roja înê ve ji ber
kuştina şervanekî Kurd xwenîşandan hebûn.



