Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Herêmê (Silêmanî) ragihand ku berê sibeha îro bi pênc mûşekan êrişî parêzgehên Silêmanî û Helebceyê hatiye kirin.
Li gorî amarên ku Rûdawê dane hev, hejmara êrişên li Herêma Kurdistanê ji hezar dron û mûşekî derbas bûye.
Li gorî lêkolîna Rûdawê ya li ser wan êrişên ku li Herêma Kurdistanê tên kirin, ji destpêka şer ve ku 28ê Sibatê dest pê kiriye, bi 1001 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encamê de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.
Êrişên vê mehê
Êrişên vê mehê yên li ser Herêma Kurdistanê wiha ne:
Dezgeha Asayîşa Herêmê (Silêmanî) ragihand ku 14ê Îlonê bi 5 mûşekan êrişî parêzgehên Silêmanî û Helebceyê hatiye kirin.
3 mûşek li Zirgiwêzelleya Silêmaniyê ketine xwarê.
Mûşekek di navbera gundên Darî Zayin û Mîrasa Xwarû yên qezaya Qeredaxê ya Silêmaniyê de ketiye.
Mûşekek jî li nêzîkî gundê Gurgeçiyayê yê nahiyeya Sîrwanê ya Helebceyê ketiye xwarê.
Asayîşê diyar kir ku "Ti xisarên canî yên van êrişan çênebûne."
Dijeterora Kurdistanê 2yê Îlonê ragihand, "Hêzên Hevpeymanan li asmanê parêzgeha Hewlêrê 10 dronên bombebarkirî têk birin û ti xisarên canî çênebûn."
7ê Îlonê bi sê dronan êrişî kampa partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li nahiyeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Asayîşê daxuyand ku xisara canî nebûye.
Amarên mehên borî
Li gorî lêkolîna Rûdawê, meha borî bi 22 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Tîrmehê bi 88 dron û mûşekan û hezîranê jî bi 16 dron û mûşekan êriş hatibûn kirin.
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kir, heta 14ê Îlona 2026an, bi giştî bi 1001 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li kîjan parêzgehê çend êriş çêbûne?
Li gorî parêzgehan hejmara êrişan wiha ye:
Parêzgeha Hewlêrê: 686 mûşek û dron
Parêzgeha Silêmaniyê: 280 mûşek û dron
Parêzgeha Dihokê: 31 mûşek û dron
Parêzgeha Helebceyê: 4 mûşek û dron
Ziyanên canî yên êrişan
Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye.
7 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekemîn ên li navçeya Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê di êrişên bi mûşekan de şehîd ketin.
Karmendekî asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, jin û mêrekî ku di mala xwe de hatin di êrişan de şehîd ketin.
Her wiha 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê şehîd ketin.
Du qurbaniyên din jî leşkerekî Fransayê û leşkerekî Amerîkayê bûn ku li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên ku Rûdawê dane hev, beşek ji birîndaran ev in: 29 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekemîn ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û 3 Pêşmerge.
2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, zêrevanekî Hotêl Tîtanîkê yê li Silêmaniyê, 2 karmendên parastina sivîlan a Xelîfanê û 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî jî birîndar bûn.
Her wiha di êrişa Taslûceyê ya Silêmaniyê de 3 welatî û polîsek jî birîndar bûn.
Di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê ne.



