Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo (Semîr Elî Oso) derbarê kuştina hovane ya şervanê Kurd Sîpan daxuyaniyek da.
Şervanekî Kurd yê bi nasnavê Sîpan ji aliyê komeke çekdar ve bi kêrê hat kuştin û çavkaniyan ji Rûdawê re ragihand ku çekdaran serê wî jê kiriye.
Sîpan Hemo: Hinek kes hatine girtin
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo (Semîr Elî Oso) di heqê vê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Sîpan Hemo diyar kir ku “Rayedarên pêwendîdar hinek kesên têkildar girtine” û da zanîn:
“Rayedarên pêwendîdar hewldanên xwe yên ji bo girtina hemû tawanbaran didomînin da ku ew li gorî yasayê rûbirûyî dadweriyê bibin û hovîtiya tawana pêkhatî, bi rengekî adil werin dadgehkirin.”
Peyama Sîpan Hemo bi vî rengî ye:
“Bi dilên tijî xem û kovan, ez sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbata şehîd Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) dikim.
Sîpan di encama tawaneke hovane û xiyanetkarane de jiyana xwe ji dest da.
Şehîd şervanekî Lîwayê Hesekê bû û bi salan ji bo parastina ewlehiya herêmê û gelê wê xebat kiribû.
Ez hemû gotarên medyayî yên provokatîf ên ku teşwîqî tundî û kuştinê dikin şermezar dikim, û bang li gelê xwe dikim ku sebir û aramiyê nîşan bidin û xwe ji ketina nav hewldanên gûrkirina fitne û aloziyê dûr bigirin.
Rayedarên pêwendîdar jixwe hejmarek ji kesên têkildar girtine û hewldanên xwe yên ji bo girtina hemû tawanbaran didomînin, da ku ew li gorî yasayê rûbirûyî dadweriyê bibin û hovîtiya tawana pêkhatî, bi rengekî adil werin dadgehkirin."


