Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî lêkolînekê, li hin navçeyên Amedê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir di nav 10 salan de 6 qatan zêde bûye.
Dê û bav, dikandar û welatiyên li van deveran dijîn dibêjin ku ji ber zêdebûna madeyên hişbir ew êdî nikarin bi aramî bijîn û ji rayedaran dixwazin rê li ber vê pirsgirêkê bigirin.
Li Rezanê rêjeya bikaranînê gihîştiye ji sedî 18
Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (SAMER) ve hatiye kirin, navçeya ku li Amedê madeyên hişbir herî zêde lê tê bikaranîn Rezan e.
Li vê navçeyê, rêjeya bikaranîna madeyên hişbir di nav 10 salan de ji sedî 3 derketiye ser sedî 18an.
Lêkolîn kesên di navbera 15 û 29 salî de digire nav xwe.
Li gorî heman lêkolînê, li Erxeniyê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir nêzî sedî 13 e.
Li Bismil û Farqînê ev rêje sedî 10 e, li navçeya Rezanê ya Amedê jî gihîştiye sedî 18an.
“Ciwan gişt pê derin û kes jî li wan napirse”
Welatiyên Rezanê dibêjin zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir bandoreke mezin li jiyana wan kiriye.
Nişteciha navçeyê Sultan Gugerê li ser bikaranîna madeyên hişbir got, “Bi Quran ketiye emrê biçûk jî.”
Dikandarê bi navê Hacî Mehmûd jî bal kişand ser xetera ku ciwanên herêmê pê re rû bi rû ne û got:
“Ciwan gişt pê derin û kes jî li wan napirse. Ev îş pir xeter e. Wextê rayedar nepirsin, dê û bav bi wan nikarin.
Îro ciwan kes bi xebera kesî nakin, xebera mezinên xwe nakin.”
“Zererê dide xwe, malbata xwe û derdora xwe”
Welatiyekî din Bîlal Artagan got ku bikaranîna madeyên hişbir ne tenê kesê bikarhêner lê malbat û derdora wî jî dixe zererê û wiha lê zêde kir:
“Zererê tev dide xwe, dide malbata xwe, dide derdora xwe.
Esnaf ji tirsa wan nikare xwe ji cihê xwe tev bide.”
Kutmîr Doruk jî diyar kir ku welatiyên herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelekî li deriyê rayedaran dixin lê bersiveke erênî nagirin û wiha pê de çû:
“Em diçin parêzgariyê, derdê xwe dibêjin, çare tune. Em diçin dozgeriyê, çare tune.”
“Eger polîtîkayên şaş bidomin, rêje dê bigihîje sedî 50”
Birêvebirê SAMERê Serhat Temel bal kişand ser zêdebûna bilez a bikaranîna madeyên hişbir û ragihand ku eger polîtîkayên heyî bên domandin, rewş dê xerabtir bibe û pê de çû:
“Li navçeya Erxeniyê nêzîkî sedî 13an madeyên hişbir tên bikaranîn.
Li Farqînê sedî 10, li Bismilê sedî 10 û li navçeya Rezanê sedî 18 e. Li vê navçeyê şeş qatan zêde bûye.”
Temel anî ziman, tevî ku 10 sal in li ser pirsgirêka madeyên hişbir tê axaftin lê rêjeya bikaranînê kêm nebûye û got:
“Deh sal in em dibêjin madeyên hişbir bi kar neynin, nedin bikaranîn. Heşt qatan zêde bûye.”
Temel hişyarî da ku eger polîtîkayên heyî bidomin rêjeya bikaranîna madeyên hişbir di 10 salên bê de dikare bigihîje sedî 50yan jî.
Çalakiyên hişyarkirinê bêwate û bêbandor mane
Her çi qasî sazî û dezgehên sivîl, rayedarên herêmê, welatî û partiyên siyasî car caran li dijî belavbûna madeyên hişbir çalakiyên hişyarkirinê, panel û civînên protestoyî li dar dixin jî, mixabin ev xebat heta niha bi kêr nehatin û li pêşiya vê şewatê negirtin.
Pispor û çalakvan diyar dikin ku tedbîrên heyî bi tenê di asta axaftinê de dimînin û têra rûbirûbûna vê metirsiya mezin nakin.


