Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêra Axtamarê ya li Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê ayîna 14an hat kirin.
Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê salê carekê destûrê dide ku li wê dêrê îbadet bê kirin.
Patrîkê Ermeniyên li Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Krikor Damatyan û Keşe Harutyun Damatyan serê sibehê ji navçeya Westanê çûn giravê.
Rêberê Ruhanî yê Dêra Ermeniyan a Amerîkaya Rojhilat Pîskopos Mesrop Parsamyan ayîn bi rê ve bir.
Oldarên Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê û gelek kes beşdarî ayînê bûn.
Ji bo aştiyê dia kirin
Di ayînê de beşdaran find vêxistin, dui kirin û îlahî xwendin.
Sahak Maşalyan ku serokatiya ayînê dikir ji rojnamegeran re axivî.
Maşalyan diyar kir ku ew her sal diçin Girava Axtamarê ya li Gola Wanê û got:
"Her ku em tên em dibînin ku girav xweşiktir bûye û baş lê hatiye nihêrîn."
"Ev eleqe me kêfxweş dike"
Maşalyan destnîşan kir ku îsal hecî gelek bûn û anî zimên:
"Xelk ji hemû deverên cîhanê ji Amerîka, Ewropa, Ermenistan û Îranê hatine. Ev eleqe me kêfxweş dike.
Em spasiya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy û Parêzgarê Wanê Ozan Balci dikin.
Me îbadeta xwe kir û em vedigerin."
"Xelkên van axa aştiyê heq dikin"
Maşalyan anî zimên ku ew her tim aştiyê dixwazin û wiha pê de çû:
"Îsal me ji bo aştiya cîhanê û biratiya mirovahiyê dui kir.
Di dilê me de diayeke taybet ji bo başbûna têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê hebû.
Çimkî xelkên ku li van axan dijîn aştiyê heq dikin.
Em ji Xwedê rehmê dixwazin. Bila ev aştî were van axan."

