Hewlêr (Rûdaw) - Dibe ku li cîhanê ji Kurdan zêdetir miletek tunebe ku ew qasî zindanê nas bike û zindan ji bo tevahiya miletekî tiştekî asayî be.
Ji ber ku hema bêje her malekê zindan dîtiye yan jî bûye şirîkê mala li kêleka xwe.
Em jî di pîşeyê xwe de wekî beşeke sereke tim li ser mijara zindanan dixebitin û ev rapora li ser girtiyekî muebedê ye ku cezayê xwe temam kiriye û piştî 30 salan vegeriyaye jiyana xwe ye.
Ew karîkaturîstê Kurd Mehmet Bogatekîn e ku di heman demê de kovara qerfî ya bi navê Golikê ji zindanê derdixist.
Ew camêrê ku wiha bi bilindahiya Çiyayê Nemrûdê ve hildikişe Hemedê Gergerî ye ango yek ji wan girtiyên siyasî ye ku 30 salên xwe di zindanê de temam kirine û vegeriyaye jiyanê.
Masiyê ku ji avê derketibe çi be, ew jî eynî wisa hewl dide vê dinyaya ku gelekî dûrî 30 salên berê ye nas bike û fêrî jiyanê bibe.
Mehmet Bogatekîn li ser hestên xwe yên piştî azadiyê got:
“Dema ez derketim min tama jiyanê dît. Me di 30 salan de gelek tişt ji bîr kiribûn.
Cara ewil e min dar û ber, mirov, xweza û qerebalixî dît û ev bû cihê kêfxweşiyê.
Helbet ez di bikaranîna telefonê de zehmetiyê dikişînim. Xwarziya min a 8 salî alîkariya min dike.”
Di zindanê de 4 zanîngeh xelas kirin
Mehmet Bogatekîn ango Hemedê Gergerî ku niha li mala xwe ya li Aldûşa Semsûrê bi dayîk, bav, xwişk û eşîra xwe re ye, ev mehek e fêrî jiyana nû dibe.
Ew di heman demê de karîkaturîstekî xelatgir û navdar e jî.
Wî di zindanê de 4 zanîngeh xelas kirine û niha çavê xwe berdaye hişê çêkirî da ku hunera xwe bi pêş bixe.
"Me bawer nedikir ku derkeve"
Dayîka wî Perîhan Bogatekînê hestên xwe wiha anîn ziman:
“Welehî gelekî zor derbas bû. Me bawer nedikir ku derkeve.
Dema derket ez gelekî şa bûm, ez giriyam.
Înşalah ez dê wî xwedî bikim û em dê nehêlin biçe derekê.
Ez dê şîvên xweş jê re çêbikim bila li cem me be.”
Bavê wî Mustafa Bogatekîn jî wiha axivî:
“Wekî ku Tirk dibêjin, ‘çeken bîlîr/yê dikişîne dizane’, me gelekî dît lê yên wekî me gelek bûn.
Mirovên me gelek çûn. Gelek kes hene ku çend kurên wan şehîd ketine.
Malbat hene ku 10 ferdên wan çûne.
Helbet me qet bawer nedikir ku derkeve lê va ye derket û hat.”
Bi hezaran girtî li benda azadiyê ne
Ev demek e hejmarek girtiyên siyasî yên Kurd ên ku wekî kadroyên pêşeng hatine cezakirin, cezayên xwe yên muebedê temam dikin û derdikevin.
Tê çaverêkirin ku di çarçoveya pêvajoya heyî de bi hezaran kesên din ên ku 20-30 sal in di zindanê de ne jî bigihêjin azadiyê.
Lê ji ber ku li derve ji bo wan ti alternatîf nehatine amadekirin, jiyana azad jî ji bo wan dibe pirsgirêkeke nû.

.webp&w=3840&q=75)

