Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cêrmeyê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, di ketina otomobîlekê ya newalekê de, kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya sereke ya di navbera navçeya Cêrmeyê ya Çewlîgê û Erzinganê de çêbû.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku kesê bi navê Mesut Zorer diajot, ji rê derket û wergeriya newalê û li zinarekî qelibî.
Di qezayê de jineke bi navê Duliye Zorer mir û şofêrê otomobîlê û 2 kes jî birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Erzinganê.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.



