Hewlêr (Rûdaw) - Nûredîn Ehmed bi hejmarek mamosteyên zimanê Kurdî re civiya û wan li ser mafên zimanî û perwerdehiyê guftûgo kir.
Parêzgariya Hisîçayê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hisîçayê, Parêzgar Nûredîn Ehmed mamosteyên zimanê Kurdî pêşwazî kirin.
Di civînê de girîngiya xurtkirina mafên zimên û perwerdehiyê hat nirxandin.
Her du alî li ser piştgiriya cihê zimanê Kurdî yê di pêvajoya perwerdehiyê de axivîn û hat destnîşankirin ku divê ev gav li gorî pêdiviyên xelkê parêzgehê bin.
Daxwazên mamosteyan
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, mamosteyan û xwendekaran hinek daxwaz û pêşniyarên xwe pêşkêşî Nûredîn Ehmed kirin.
Ev daxwaz zêdetir li ser mijarên ziman û perwerdeyê bûn.
Parêzgarê Hisîçayê daxwaz guhdarî kirin û tekezî li şopandina wan kir.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew dê ji bo çareserkirina van daxwazan di çarçoveya rêbazên îdarî û yasayî de bixebitin.
Her wiha di civînê de girîngiya xurtkirina pêwendiyên di navbera saziyên pêwendîdar, kadroyên perwerdehiyê û xwendekaran de jî gotûbêjkirin.
Beşdaran destnîşan kir ku ev yek ji bo bipêşketina perwerdeyê û bersivdana pêdiviyên heyî gelekî girîng e.



