Kobanî (Rûdaw) - Li Dibistana Şehîd Azad a li bajarê Kobaniyê nêzîkî 30 malbatên koçber ên ji Reqa û Girê Spiyê bi cih bûne.
Bi nêzîkbûna sala nû ya xwendinê ya di meha îlonê de, ev malbat ji ber çarenûsa xwe dilgiran in.
Dayê Asya yek ji wan koçberan e ku piştî êrişên 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an neçar maye ji Girê Spiyê derkeve.
Ew piştî ku nêzîkî 7 salan li Reqayê jiya, 17ê Kanûna Paşîn a 2026an ji wir jî koçber bû û di sermaya zivistanê de li vê dibistana Kobaniyê bi cih bû.
"Em dê zarokên xwe bi kû ve bibin?"
Koçbera ji Girê Spiyê Asya Bozanê derbarê tirsa xwe ya ji derxistina ji dibistanê de got:
"Em dê agir bi xwe bixin û ji dibistanê dernakevin. Em dê zarokên xwe bi kû ve bibin?
Dema em di meha yekem de derketin, 5 rojan berf li erdê bû û zarokên min li ser çadirekê radizan.
Ne betanî û ne jî doşek hebûn, min çadireke spî raxistibû û zarokên min li serê radizan."
Di odeyeke din a dibistanê de jî dayîkên koçber li hev kom bûne û ji hev dipirsin gelo piştî vekirina dibistanan dê çi bibe û berê xwe bidin kû derê.
Koçbera ji Reqayê Efra Mihemedê anî zimên ku kurê wê beriya şeş salan wefat kiriye û got:
"Ez im û kurek û keçeke min e. Kesekî me yê ku bixebite tune. Ji min re dibêjin derkeve, ez dê bi kû ve biçim?"
"Me gelek zilm, birçîbûn û tirs dîtin"
Her wiha koçbera ji Minbicê Ewaş Elî jî got, "Me gelek zilm, birçîbûn û tirs dîtin.
Kur û bûka min sê mehan xwe veşartibûn û newêrîbûn derkevin derve.
Êdî bes e, ji me re cihekî bibînin, em stargehekê dixwazin."
Li Kobaniyê zêdetirî 6 hezar malbatên koçber hene
Desteya Kar û Barên Civakî ragihand ku ew li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn tevdigerin û heke dibistan vebin dê ji bo van malbatan çareseriyek were dîtin.
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Ehmed Xoce li ser mijarê got:
"Niha ew malbat li vir in. Heke dibistan vebin, ji ber ku divê xwendekar jî vegerin dibistanê, wê demê em mecbûr in ji bo wan çareyekê bibînin.
Lê heta niha me ji wan re negotiye ji vir derkevin."
Li gorî amaran, li bajarê Kobaniyê û gundewarê wê bi giştî 6 hezar û 50 malbatên koçber dijîn.
Ji wan 3 hezar malbat ji Reqayê û 3 hezar û 50 malbat jî ji Girê Spiyê ne.
Daxwaza sereke ya van malbatan ew e ku di demeke nêzîk de vegerin ser cih û warên xwe.
Lê belê mal û xaniyên piraniya wan di dema şer de hatine wêrankirin û hîn jî ne diyar e ka dê çawa û kengî vegerin.



