Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de Alîkarê berê yê Fermandarê Cendirmeyan ê Parêzgeha Dêrsimê Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman hatin girtin.
Ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayan a silhê hatibûn kirin û dadgeriyê biryara girtina wan da.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuya 21 salî 5ê Kanûna Paşîn a 2020an winda bûbû.
Di dosyeya lêpirsînê de vekolînên teknîkî yên nû hatin kirin.
Li gorî qeydên Pergala Nasîna Pilaqeyan (PTS), wesayîta ku tê nirxandin Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman bi kar aniye, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î di wan saetên ku Doku herî dawî hatiye dîtin de li ser rêya Pira Sari Saltukê bûye.
Qeydên kamerayê û rêya wesayîtê
Li gorî qeydan, wesayîta ku diyar bûye ji bo Burçîn Hizli Kahramanê hatiye dabînkirin û Alî Kahraman diajot, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î derdora saet 12:25an di PTSya FEDAŞê re û nêzîkî 3 deqîqeyan pişt re jî di PTSya Zanîngehê re ber bi aliyê Xarpêtê ve çûye.
Di hejmartinan de hat nirxandin ku wesayît derdora saet 12:27an di ser Pira Sari Saltukê re derbas bûye.
Trafîka telefonê ya bi hevjîna parêzgar re
Hat tesbîtkirin ku di heman demê de ji telefona ku Burçîn Hizli Kahramanê bi kar dianî, saet 12:27:51ê de bi xeta ku hevjîna parêzgarê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, Handan Sonelê bi kar dianî re axaftina telefonê hatiye kirin.
Di qeydên HTSyê de hat diyarkirin ku di nava rojê de di navbera van her du xetan de gelek pêwendî hatine kirin.
Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman piştî van bipêşketinan di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn desteserkirin.
Piştî kar û barên fermî, her du gumanbar bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayan a silhê ya nobedar hatin kirin û dadgeriyê biryara girtina wan da.



