Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê du mehên din dirêj kir.
Di çarçoveya pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de dihat çaverêkirin ku dema qeyûmê Mêrdînê Tuncay Akkoyun neyê dirêjkirin û Ahmet Turk vegere ser karê xwe.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dema qeyûmiyê ya ku 4ê Tebaxa 2026an bi dawî dibû, heta 4ê Çiriya Paşîn a 2026an dirêj kir.
Akkoyun dê li ser karê xwe bimîne
Bi vê biryarê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun dê du mehên din jî wekî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li ser peywira xwe bimîne.
Ahmet Turk ji sedî 57,4ê dengan standibû
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk 31ê Adara 2024an bi rêjeya ji sedî 57,4ê dengan wekî şaredar hatibû hilbijartin.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn a 2024an Ahmet Turk ji peywirê dûr xistibû û li şûna wî Parêzgar Tuncay Akkoyun wekî qeyûm tayîn kiribû.



