Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgerê Hisîçayê Nûredîn Ehmed got, “Em niha hewl didin li parêzgeha Hisîçayê zanîngeheke nû ava bikin da ku ev parêzgeh jî mîna parêzgehên din bibe xwedî zanîngeha xwe.”
Nûredîn Ehmed derbarê entegrasyon û mijarên li rojevê agahiyên taybet dan Rûdawê.
Wî diyar kir ku pêvajoya yekkirina birêvebirî û saziyên mayî ya parêzgehê li gorî plana destnîşankirî berdewam dike û karê çalakkirin û temamkirina saziyên din jî didome.
Nûredîn Ehmed da zanîn ku di vê çarçoveyê de ji bo yekkirina Birêvebiriya Veguhastinê kar û xebat tên kirin.
Li gorî agahiyên ku Parêzgar dane, bi vê mebestê şandeyeke Wezareta Veguhastinê çûye Hisîçayê da ku rewşa birêvebiriyê û mekanîzmaya çalakkirina wê binirxîne.
Li ji bo yekê jî “amadekirina baregehan, lîsteyên karmendan û agahiyên wesayîtan” hatine temamkirin û biryar hatiye dayîn ku di demeke nêzîk de mekanîzma were çalakkirin.
Li gorî agahiyên ku Nûredîn Ehmed dane, “Saziya Alif” jî di heman qonaxên amadehiyê re derbas dibe û li parêzgehê Birêvebiriya Bipêşketina Kargeriyê hatiye avakirin û niha ji bo wê jî planeke çalakkirinê tê meşandin.
Parêzger destnîşan kir ku ji bo temamkirina tayînên serokên şaredariyan, birêvebirên bajarok, navçe û nahiyeyan jî kar û xebat berdewam dikin.
Bawernameyên Zanîngeha Rojava
Parêzgerê Hisîçayê li ser perwerdeyê jî axivî û bal kişand ser hevdîtinên li gel Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê.
Li gorî gotina Nûredîn Ehmed, komîte hatine avakirin û ew komîte dê ji bo naskirin û pejirandina bawernameyên Zanîngeha Rojava nîqaşan bikin.
Plana zanîngeheke nû
Nûredîn Ehmed derbarê projeya avakirina saziyeke nû ya xwendina bilind a li Hisîçayê da zanîn ku plana yekkirina zanîngehan heye û wiha got:
"Em niha hewl didin li parêzgeha Hisîçayê zanîngeheke nû ava bikin da ku ev parêzgeh jî mîna parêzgehên din bibe xwedî zanîngeha xwe.
Plana me ew e ku em kolejên Zanîngeha Firatê û Zanîngeha Rojava di bin banê vê zanîngeha nû de bikin yek."



