Dêrsimê (Rûdaw) - Referansa "biratiya hezar salî" û mînaknîşandana hevkariya navbera Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan pêşniyar kiriye, di nav civaka Elewiyan de bû sedema nerazêbûnan.
Rewşenbîr û welatiyên Elewî yên li Dêrsimê ji Rûdawê re axivîn û wan ragihand ku ew ne li dijî aştiyê ne lê nabe êşên borî bibin qurbana aştiyê.
Îşaretkirina Ocalan a ji bo hevalbendiyên dîrokî li cem hinek derdorên Elewiyan rastî bertekan hat.
53 rewşenbîrên Elewî ku di nav wan de akademîsyen, nivîskar, hunermend û parlamenterên berê hene, bi rêya "Danezana Rewşenbîrên Elewî" nerazîbûna xwe ya li hemberî van gotinan anî zimên.
Di danezanê de hat diyarkirin ku hewldanên ji bo bidawîkirina şer û tundiyê erênî tên dîtin lê di lêgerîna çareseriya demokratîk û aştiyê de divê dilgiranî û bîra dîrokî ya Elewiyan neyê paşguhkirin.
Berteka Tuncer Bakirhan nîqaş gurtir kir
Piştî belavbûna danezanê, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi tundî rexne li îmzekerên wê girt.
Bakirhan daxuyanî wekî "siyaseta erzan" bi nav kir û got:
"Mirovên ku me ji kolanê anîn û kirin parlamenter... Ez nizanim nasnameyeke wan a çawa ya rewşenbîriyê heye.
Heger rexnekirina Ocalan tê wateya rewşenbîrbûnê, ew doh bû; îro êdî bazar û kiryarê wê nîne."
Ev axaftinên Bakirhan li Dêrsima ku piranî Elewî ne bû sedema nerazîbûnan.
"Bîra bi xwîn a sedsala 16an nabe referans"
Hiqûqnas û nivîskar Cîhan Soylemez diyar kir ku armanca danezanê ne astengkirina çareseriyê ye, belkî kişandina pêvajoyê ya ser zemîna hiqûqa gerdûnî ye û got
"Armanca me ew e ku dema ji bo Pirsgirêka Kurdan gav tên avêtin, civaknasî bi hişmendiya sedsala 21ê were xwendin.
Divê nirxên gerdûnî, mafên mirovan û serweriya qanûnê bibin bingeh û ji bîra bi xwîn a sedsala 16an dûr bisekinin.
Belgeyên dîrokî û xebatên akademîk ên li ber dest nîşan didin ku hevalbendiya Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî bû sedema komkujiyeke mezin a li hemberî Elewiyan."
"Ev nav Elewiyan diêşînin"
Lêkoler û nivîskar Mesut Ozcan destnîşan kir ku ev nav di bîra Elewiyan de bi "xwîn û komkujiyê" re bûne yek û got:
"Di pêvajoyeke aştî û biratiyê de anîna navê Îdrîsê Bedlîsî canê Elewiyan diêşîne."
Nivîskar Hasan Kuçuk jî hesreta xwe ya ji bo aştiyê wiha anî zimên:
"Em dixwazin şer bi dawî bibe û mirovên me bi azadî bigerin. Lê anîna wan kesayetên ku tim xirabî bi me re kirine me aciz dike."
"Îdrîsê Bedlîsî li cem me wekî Yezîd e"
Serokê Desteya Birêvebir a Cemxaneya Dêrsimê Alî Ekber Yurt yek ji wan kesan bû ku rexneya herî tund li mînakên Ocalan girt wiha axivî:
"Navê Îdrîsê Bedlîsî di dilê Elewiyan de nefretê çêdike. Li cem me ew hevwateyê Yezîd û Muawiye ye. Nîşandana wan navên ku di bîra Elewiyan de bûne sedema êşên giran wekî wesîleya aştiyê, vî gelê qedîm ê Anatolyayê diêşîne.
Me Abdullah Ocalan bi hizra çepgir û sosyalîst dizanî; îro nîşandana hevalbendiyeke şerîetxwaz wekî mînak, cihê xemgîniyeke kûr e."
"Divê hemû pêkhate beşdarî aştiyê bibin"
Li kolanên Dêrsimê jî rojev heman bû. Welatî diyar dikin ku divê aştî bibe malê hemû civakê.
Welatî Kemal Şalvar nêrînên xwe wiha anîn zimêm:
"Dema behsa Yavuz û Îdrîs tê kirin qetilkirina 40 hezar mirovî tê bîra min.
Aştî bi yekalî nabe. Pêwîst e Elewî, Kurd, Tirk û Ermenî werin ba hev.
Aştî tenê di navbera MÎT û dewletê de nayê meşandin."
"Ev zîhniyet dijminê bav û kalên me bû"
Welatî Hasan Yildiz jî wiha axivî:
"Ev zîhniyet dijminê bav û kalên me bû, ez dibînim ku ew dijminatî hîn jî didome.
Doza me xelas nebûye; hîn jî hinek kes me dikin armanc."
Bulent Koçê ji Dêrsimê jî anî zimên:
"Van her du navan li Çaldêranê bi hev re komkujî kir. Di bîra me de tenê bi vî rengî cih digirin."
Daxwaza hevpar a Elewiyên ku li Dêrsimê axivîn ew e ku piştgirî bidin lêgerîna aştî û çareseriyê lê divê ev pêvajo bêyî ku bîra dîrokî û êşên Elewiyan bên paşguhkirin bimeşe.



