Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li bajarê Qamişloyê gelek xwediyên jeneratoran (miwelîde) ji ber bihayên nû yên ku ji aliyê birêvebiriya herêmê ve hatine diyarkirin, karê xwe rawestand.
Ji roja sêşemê ve bajarê Qamişloyê û hemû bajarên parêzgeha Hisîçayê di nav tariyê de mane.
Sedema vê tarîbûnê jî qutbûna mazota piştgiriyê ye ku ji bo jeneratorên taybet dihat dabînkirin.
Biryara fermî
Li gorî biryara ku piştî qutbûna “mazota piştgiriyê” ji aliyê Birêvebiriya Herêma Qamişloyê ve hatiye derxistin, bihayên xebitandina jeneratoran bi vî rengî hatine destnîşankirin:
4 demjimêr xebat: 70 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 5 dolaran)
6 demjimêr xebat: 105 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 7,5 dolaran)
8 demjimêr xebat: 140 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 10 dolaran)
16 demjimêr xebat: 280 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 20 dolaran)
20 demjimêr xebat: 350 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 25 dolaran)
Xwediyên jeneratoran bi gazin in
Xwediyên jeneratoran li dijî vê biryarê derketin û wan da zanîn ku ev bihayên diyarkirî têra lêçûnên wan nakin û ji bo wan dibin sedema ziyaneke mezin.
Li aliyê din, tevî vê rewşê jî hinek xwediyên jeneratoran xebata xwe ranewestandiye lê bihayên xwe yên taybet li ser xelkê ferz dikin.
Ev xwediyên jeneratoran ji bo her demjimêra kar 28 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 2 dolaran) dixwazin.
Li gorî vî bihayê taybet, eger jenerator 16 demjimêran bixebite bihayê wê dibe 32 dolar ku ev yek li gorî bihayê fermî (20 dolar) cudahiyeke berbiçav nîşan dide.



