Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hewlên ji bo çareserkirina krîza kêmbûna pereyê nû yê Sûriyeyê didomin.
Welatî û seraf di peydakirina pereyê nû û guhertina pereyê kevn de rûbirûyî zehmetiyan dibin.
Parêzgarê Hisîçayê Nuredîn Ehmed di vê çarçoveyê de, bi hejmarek seraf û rayedarên kar û barên darayî û bankê yên parêzgehê re civiya.
Armanca civînê ew bû ku mekanîzmayên rêkxistina pêvjoya guhertina pereyê kevn bi pereyê nû yê Sûriyeyê binirxînin.
Parêzgarê Hisîçayê di civînê de li pêşniyar û dîtinên serafan guhdarî kir.
Di nîqaşan de bi taybetî balê kişandin ser mekanîzmayên peydakirina pereyê nû.
Her wiha ew astengiyên ku derdikevin pêşiya guhertin û tevgera pereyan a li parêzgehê hatin nirxandin.
Dê pêşniyaran bigihînin Şamê
Nuredîn Ehmed qala girîngiya dîtina mekanîzmayeke guncav û rêkûpêk kir da ku pêvajoya guhertina pereyan bi hêsanî were kirin.
Wî her wiha ragihand ku ew dê pêşniyar û dîtinên serafan bigihînin aliyên pêwendîdar ên li Şamê.
Armanc ew e ku ji bo vê pirsgirêkê çareseriyeke guncav bê dîtin.



