Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu, li ser bicihkirina gerîlayên PKKyê ya li kampan got, “Em naxwazin li kampan bimînin, em dixwazin li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bikin."
Karasu destnîşan kir ku êdî pêwîstî bi hevdîtinên rûbirû yên di navbera tevgera wan û Abdullah Ocalan de heye.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu Ji Medya Haber TVyê re bipêşketinên dawî yên pêvajoyê, qanûna nû û hevdîtinên Îmraliyê nirxandin.
"Hikûmet di bersivdayînê de dereng maye"
Karasu diyar kir ku ji banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan û vir ve wan hemû gavên pêwîst avêtine.
Karasu wekî mînak fesixkirina PKKyê û rawestandina şerê çekdarî nîşan da û got ku hikûmet di bersivdayînê de dereng maye.
Mustafa Karasu tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê êdî ragihandin û gihandina peyaman a bi rêya şandeyan têr nake û got:
"Pêwendiyeke me bi Îmraliyê re bi rêya hinek kanalan heye lê di vê qonaxê de êdî ev têr nake.
Divê tevgera me rasterast û rûbirû bi Rêber Apo re bicive da ku em nêrînên wî yên derbarê çareseriyê, nexşerêya paşerojê û jiyana demokratîk de bi hûrgilî fêr bibin."
Karasu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta dewletê û anî zimên:
"Mixetabên me jî dizanin ku ji bo encamgirtinê ev hevdîtin neçarî ne. Heta niha ti îtirazeke wan a li ser vê mijarê nîne."
Cihgirtina Ocalan a di nav "Desteya Siyasîbûnê" de
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Karasu derbarê 4 komîsyonên jêr ên ku di çarçoveya Desteya Şopandin û Nirxandina pêvajoyê de hatine avakirin de jî axivî.
Karasu cihgirtina Abdullah Ocalan a di nava "Desteya Siyasîbûn û Çekdanînê" de piştrast kir.
Mustafa Karasu di vê derbarê de ev tişt anîn zimên:
"Her çend navê wî di qanûnê de bi zelalî derbas nebe jî, li ser avakirina 'Desteya Siyasîbûnê' lihevkirinek heye.
Rêber Apo dê di nava vê desteyê de endamê herî çalak û diyarker be.
Bêyî ku ew bi awayekî fîzîkî azad be û li navenda pêvajoyê cih bigire, ne pêkan e ku çekdanîn pêk were.
Ti gerîla yan kadro bêyî perspektîva wî ya rasteqîn gavekê navêje."
"Em dixwazin herin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk bikin"
Karasu îdiayên derbarê "bicihkirina endamên rêxistinê ya li nav kampan piştî çekdanînê" red kirin û got:
"Ne pêkan e. Li dinyayê her tişt dibe lê tiştekî wisa nabe. Em ne tevgereke wisa ne.
Em nikarin bibin tevgereke wisa ku îradeya xwe di nava hinek kampan de sînordar bike û di bin kontrolê de be.
Em dixwazin Pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Em dixwazin herin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk bikin.
Em dixwazin bibin parçeyek ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê."
Wî her wiha destnîşan kir ku dewlet jî wan baş nas dike û wiha pê de çû:
"Em tevgereke şoreşger û demokratîk a bi vî rengî ne. Divê ti kes nêzîkatiyeke wisa nefikire ku 'ew dê herin û li hinek kampan li bendê bin'.
Lê ez wiha difikirim; dewleta Tirk jî me nas dike. PKKyê nas dike, tevgerê nas dike. Ew pir baş dizanin ku em dê tiştekî wisa qebûl nekin."
Rewşa Mexmûrê û Kurdên li Ewropayê
Mustafa Karasu bal kişand ser rewşa penaberên Kampa Mexmûrê û Kurdên li Ewropayê jî û got:
"Mexmûr encama vî şerî ye. Ewên ku gundên wan hatine şewitandin û axa wan ji aliyê cerdevanan ve hatiye dagirkirin, mafê wan e vegerin ser mal û milkên xwe.
Lê ev yek bi zext û zorê nabe; divê pergaleke demokratîk were avakirin da ku ew bi nasname û zimanê xwe bi ewlehî bijîn.
Her wiha bi hezaran siyasetmedarên me yên li Ewropayê hene ku dixwazin vegerin û beşdarî avakirina civaka demokratîk bibin."



