Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Gel a Şingalê ji ber civîna rayedarên Îraqê û Neteweyên Yekbûyî ya li Bexdayê dilgiran bûye.
Meclisa Gel a Şingalê li ser civîna rayedarên Îraqê û Neteweyên Yekbûyî ya li Bexdayê daxuyaniyek da.
Ev civîn 1ê Îlonê bi fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hatibû lidarxistin û rojeva wê Şingal bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku peymanên nû yên li ser dosyeyên ewlehî û îdarî yên Şingalê cihê dilgiraniyê ne.
"Biryar bêyî nêrîna me hatin dayîn"
Meclisa Gel a Şingalê ragihand ku doh li Bexdayê biryarên li ser çarenivîsa herêmê bêyî nêrîna nûnerên Şingalê hatine dayîn û got:
"Neamadebûna nûnerên Şingalê yên di van civînan de me dilgiran dike."
Meclisê bi bîr xist ku gelê Şingalê niha di nava aramiyê de ye.
Lê biryarên nû yên leşkerî yên li ser hêzên parastinê yên Şingalê di nav civakê de bûne sedema dilgiraniyê.
“Divê hêzên me werin naskirin”
Meclisa Gel a Şingalê xwest ku YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bi awayî fermî werin naskirin û got:
"Di komkujiya sala 2014an de hemû cîhanê Şingal bi tenê hişt. Lê hêzên me yên leheng ev ax bi bedêlên giran parast.
Van hêzan pişt re di bin banê fermî yê dewletê de li dijî terora DAIŞê şer kir. Ev hêz parêzvanên rastîn ên vî welatî ne û divê ji aliyê hikûmetê ve werin naskirin."
Metirsiya koçberiyê
Meclisê da zanîn ku ferzkirina biryaran ti carî nabe sedema aramiyê.
Li gorî daxuyaniyê, beravajî vê yekê ewlehiya herêmê dikeve metirsiyê û rîska koçberiyê jî zêde dibe.
Meclisê eşker kir ku aştî û aramiyeke rastîn li Şingalê tenê bi rêzgirtina li îradeya gel pêkan e û wiha domand:
“Hêzên parastinê divê bi awayekî adil û demokratîk di nava saziyên ewlehiyê yên hikûmetê de werin bicihkirin.
Em bangî hemû aliyan dikin ku dest ji ferzkirina siyaseta xwe berdin. Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin."
Meclisa Gel a Şingalê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku heta ku mafên civaka Êzidî neyên garantîkirin dê têkoşîna wan bidome.

.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)