Hewlêr (Rûdaw) - Deşta Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê berê bi rengê spî yê pembû dixemilî.
Lê belê niha zerekî bêserûbin ê gulberojan li van zeviyan serdest e.
Bihabûna elektrîkê û zêdebûna xerciyên avdan û çandiniyê cotkarên vê deverê neçar kirin ku dest ji çandina berhemên bi salan berdin û li şûna wan gulberojan biçînin.
"Mesrefên cotkaran sal bi sal zêde dibin"
Endezyar û Şêwirmendê Çandiniyê yê li Rihayê Abdurahman Aydogdu li ser vê guherînê axivî û got:
“Mazot, heqê avê û gubre sal bi sal biha dibin lê ev çend sal in bihayê pembû û garis heman e û naguhere.
Li hemberî vê yekê, mesrefên cotkaran sal bi sal zêde dibin. Ji ber vê jî cotkaran êdî çandiniya xwe guherand û wan gulberoj çandin.”
Pispor dibêjin, çandina gulberojan li gorî berhemên din hêsantir e û mesrefên wan jî kêmtir in.
Ji ber vê yekê, îsal li herêmê li 15 hezar donim erdî gulberoj hatin çandin.
"Karkeriya gulberojan hema bêje qet nîne"
Endezyarê Çandiniyê Abdullah Tutuş jî sedemên vê tercîhê wiha anîn zimên:
"Bihayê avdana garis 2 hezar û 600 lîre ye û yê pembû jî 3 hezar lîre ye lê yê gulberojan 600 lîre ye.
Gulberoj wekî berhem hindik gubreyê dixwazin lê garis û pembû gelekî gubreyê dixwazin û mesrefên wan zêde ne.
Her wiha karkeriya wan jî zêde ye. Lê hema bêje karkeriya gulberojan qet nîne. Ji ber vê yekê jî cotkaran berê xwe da gulberojan."
Gulberojên Sirûcê dê di berhemanîna rûn de bên bikaranîn. Tê pêşbînîkirin ku ji her donimek erd derdora 300 kîlograman berhem bê rakirin.
Cotkarên ku bi salan e ji destê zêdebûna xerciyan dinalin, hemû hêviyên xwe bi vê berhema nû ve girê dane.
160 hezar donim erd beyar ma
Cotkar Şemsî Şîmşek qala rewşa xwe kir û got:
“Me ji pembû zerer kir. Em ji garis jî zererê dikin. Ji ber wê yekê me berê xwe da gulberojan.
Me dît ku mesrefên wan kêm in û ji ber wê me îsal gulberoj çandin. Eger îsal encam baş be em dê berdewam bikin."
Sala 2015an li Sirûcê li derdora 140 hezar donim erdî pembû dihat çandin.
Ev amar îsal ji ber zêdebûna xerciyan û bi taybetî bihayê avdanê daketiye 80 hezar donimî.
Tevî ku cotkaran îsal li 15 hezar donim erdî gulberoj çandin jî, bi heman sedemê di vê demsala çandinê de 160 hezar donim erdê herêmê çol û beyar ma.



