Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê pêşwazî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rola wan û piştgiriya berdewam a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Yekîtiya Ewropayê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Clemens Semtner daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de Berpirsê nû yê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê yê Hewlêrê Stefan Went jî amade bûye.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya berdewam a Yekîtiya Ewropayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarkirina wî pîrozbahî li berpirsê nû yê ofîsê kir û serkeftin ji wî re xwest.
"Em dê alîkariyê bidomînin"
Balyozê Yekîtiya Ewropayê Clemens Semtner tekez kir ku yekîtiya wan ji bo piştgirî û alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê pêbend e.
Clemens Semtner diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe zêdetir bi pêş bixin.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew dê di hemû waran de alîkariyê bidomînin.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê li gel pêşhatên dawî yên li herêmê mijarên din ên civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya Yekîtiya Ewropayê li ser van mijaran dan û standin kir.


