Hewlêr (Rûdaw) - Sona Mengutaya ku sala 1995an li Qersê bi îdiaya "endamtiya PKKyê" hatibû girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kandirayê ya Kocaeliyê hat berdan.
Sona Mengutay li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Ew li balafirgehê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Mengutay piştî pêşwazîkirinê derbasî gundê Çataxa Mezin ê navçeya Cilawûzê bû.
Sona Mengutay di 31 salên girtîgehê de bi rêzê di girtîgehên Erzirom, Agirî, Amasya, Maltepe, Gebze û herî dawî jî di ya Kandirayê de ma.



