Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê belav kir.
Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, îro li Amedê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
"Em bi wefata kek Mehdî Zana gelekî xemgîn bûn"
Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de hevxemiya xwe û partiya xwe nîşan da û got:
“Em bi wefata welatperwerê Kurd kek Mehdî Zana gelekî xemgîn bûn.
Welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadiya Kurdistanê, Serokê Şaredariya Amedê yê berê kek Mehdî Zana ji ber nexweşiya xwe li Amedê koça dawî kir."
Ozçelîk bal kişand ser rola Mehdî Zana ya dîrokî û wiha pê de çû:
"Kek Mehdî Zana, wekî şaredarê Amedê, bi xizmet û helwesta xwe ya welatperweriyê di dîroka Kurdistanê de cihekî xwe yê girîng û bi rûmet girtiye."
"Di Zindana Amedê de bi helwesta xwe cih girtiye"
Serokê Giştî yê PWKyê berxwedana Mehdî Zana ya li Zindana Amedê jî bi bîr anî û got:
"Kek Mehdî Zana piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, di zindana Hejmar 5 a Amedê de bi berxwedana xwe û bi helwesta xwe ya welatperwerî di dîroka gelê me de cihekî girîng girtiye."
Mustafa Ozçelîk peyama xwe bi van daxwaz û hêviyan bi dawî kir:
"Bila rehma Xwedê li kek Mehdî Zana be, mekanê wî ronî û cihê wî bihuşt be.
Bila serê malbatê, heval û hogirên gorbihûşt, serê gelê Kurdistanê sax be.”



