Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirkeke cîhanî ya li Bexdayê de, di nav dehan hoste û pisporên telefonên destan de, ciwanê Kurd Ehmed Azadê ji Kerkûkê bû yeke û rekoreke cîhanî şikand.
Ehmed Azad, pispor û hosteyê tamîrkirina telefonên destan e.
Di pêşbirkê de li gel gelek hosteyên din ên ji parêzgehên Îraq, Sûriyeyê, Lîbyayê û welatên din, wî di demeke rekor de karî ekrana telefona iPhoneyê biguherîne.
Di 2 xulek û 20 çirkeyan de rekor
Ehmed Azad ji Rûdawê re got, "Pêşbirk li Bexdayê hatibû lidarxistin û pêşbirkeke cîhanî ye.
Berê heman pêşbirk li welatên din jî hatibû kirin."
Ehmed Azad her wiha wî qala wê yekê jî kir ku wî karîbû di 2 xulek û 20 çirkeyan de ekrana telefoneke iPhone 13 Pro Maxê biguherîne û çêbike:
"Ev di warê lezgîniyê de hejmareke rekor e."
Berê ev rekor di destê kesekî din de bû ku wextê wî 2 xulek û 30 çirke bû.
Niha navê Ehmed di nav 10 pisporên herî baş ên tamîrkirina telefonên destan ên li cîhanê de ye.



